Divê hemû saziyên Elewî Seyid Riza bi hev re bi bîr bînin

Divê hemû saziyên Elewî Seyid Riza bi hev re bi bîr bînin

Komeleya Çandê ya Pîr Sûltan Evdal (PSAKD) ya Elewiyan dê îro cara yekemîn li Dêrsimê ji bo bîranîna pêşengê serhildana Dêrsimê Seyid Riza merasimek li dar bixe. Serokê Giştî yê PSAKDê Kemal Bulbul got: “Pîr Sûltan Evdal çi be, divê Seyid Riza jî wisa were fêmkirin” û bang li hemû saziyên Elewî kir ku tevlî merasima bîranînê bibin.

Rêberê serhildan-berxwedana Dêrsimê Seyid Riza beriya 75 salan ji aliyê rejîma Tirk ve hate darvekirin. PSAKD dê îro ji bo bîranîna Seyid Riza cara yekemîn merasimeke bîranînê li Dêrsimê li dar bixe. PSAKD dê bi şaxên xwe yên li li Erzîngan, Xarpêt, Semsûr, Gimgim, Amed û Meletiyê ve tevlî merasimê bbe.

DIVÊ ARŞÎV BÊN VEKIRIN

Bulbul destnîşan kir ku divê heyetek ji rêveberên saziyan, zanyar, huqûqnas û parlementer pêk tê li ser arşîvan lêkolîn bikin û vebikin. Bulbul diyar kir ku divê encama ji vê lêkolînê derbikeve divê di çarçoveya Peymana Mafê Mirovan a Navneteweyî de bên nirxandin û bi vî awayî bigihin encamekê.

Serokê Giştî yê PSAKDê Kemal Bulbul got: “Pîr Sûltan Evdal çi be, divê Seyid Riza jî wisa were fêmkirin” û bang li hemû saziyên Elewî kir ku tevlî merasima bîranînê bibin.