Dîroka Zindî di perdeya spî de ye

Dîroka Zindî di perdeya spî de ye

Nûçegihanê DÎHA’yê û wênekêş Ferhat Arslan ku beriya niha bi objektîfên xwe Elewiyên Dêrsimê nemir kiribû, vê carê belgewariya şahidê 29 serhildanên Kurdan Mehmet Esenê 128 salî dikişîne. Belgewariya “Dîroka Zindî” dê cara yekemîn li Amedê bê nîşandan û dê dîroka zindî Esen bi xwe jî beşdar bibe.

Mehet Esen ê ku 128 salî ye şahidê 29 serhildanên Kurdan e. Esen dibêje; “Me welat ava kir, hatin mala me şewitandin” û bi van gotinên xwe mêtîngeriya Komara Tirk a li Kurdistanê careke din tîne bîra mirovan û nîşan dide çawa Kurdistanê wêran kirine.

Nûçegihanê DÎHA’yê û wênekêş Ferhat Arslan der barê belgewariya xwe ya bi navê “Dîroka Zindî” de bersiv da pirsên nûçegihana ANF’ê Rûken Adali.

Esen li gundê Êrsê yê Sêrtê tevî neviyên xwe dijî. Mehmet Esenê 128 salî banga “yekitiya neteweyî” li Kurdan dike. Û vê banga aşkere li desthilatiya niha ya AKP’ê jî dike; “Bila êdî Tirkiye dest ji şerê çekdarî yê li hemberî Ocalan berde, bila bi wî re bikevin şerê pênûsê, mase deynin û şerê pênûsan bikin.”

Ev agahiyên der barê Mehmet Esen de nûçegihanê DÎHA’yê û wênekêşê Kurd Ferhat Arslan dan me. Arslan ku beriya niha bi objektîfên xwe Elewiyên Dêrsimê nemir kiribû, vê carê belgewariya şahidê 29 serhildanên Kurdan Mehmet Esenê 128 salî dikişîne.

Arslan diyar kir ku wî di sala 2006 de bapîr Mehmet li navçeya Dortyola Hatayê nas kir û got; “Wan rojan, neviyên wî nedixwestin nîşanî tu kesî bidin. Serokê BDP’ya navçeya Dortyolê û serokê DTP’ya Dortyolê ya wê demê Halîl Baybarîs neviyên wî razî kirin. Di wê demê de me nûçeyek zêde xurt çênekir. Lê hêviya kişandina belgewariya bapîr Mehmet her tim di bîra min de bû.

Arslan der barê xebatên xwe yên nû de jî agahî da û got; “ Di dema Komkujiya Dêrsimê de kesek leşkeriyê dikir, 6 gule xwaribû. Hemû malbata xwe neda kir, ez belgewariya wî dikişînim. Ev kalê ku leşkeriya artêşa Tirk dikir, niha tu xizmên wî li jiyanê nemane. Niha bi tena serê xwe dijî.” Arslan diyar kir ku ew dixwaze bi wêne û kameraya xwe çand û baweriya gelên Kurd, û gelên din ên li Mezopotamyayê li gel Kurdan dijîn nemir bikin.