Di Şahiya Mirovahiyê de bo Ocalan 8 hezar û 500 îmze

Di Şahiya Mirovahiyê de bo Ocalan 8 hezar û 500 îmze

Li Paytexta Parîs a Fransayê di roja Şahiya Mirovahiyê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 8 hezar û 500 îmze hate berhevkirin.

Cejna Mirovahiyê (Fête de L’Humanîte) ku ji aliyê komunîstên Fransayê ve hate organîzkirin li parka fireh ya kevîbajara La Courneuve bi tevlibûna hezaran kestî starta xwe da. Bernameya ku dê rojan bidome de kurdan jî konekî mezin û standa xwe tevlî bûn. Kurdên ku ji sala 1995’an heta niha tevlî şahiyan dibin rojeva wan ya îsal kampanyaya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirine.

Li derê Kon pankarta ‘Ji bo Ocalan Azadî ji gelê kurd re statur’ hate daliqandin û di standa îmzeyan de di roja yekemîn de 8 hezar û 500 îmze hatin berhevkirin. Gelên koçber yên Fransayê eleqeyek mezin nîşanê kampanyayê da û îro- sibê dê kampanya bidome. Her wiha li kon dê panelek li ser geşedanên dawî yên Rojavayê Kurditanê, Suriye û Rojhilata Navîn bê lidarxistin.