Di Şahiya Mirovahiyê de bo 'Ji Ocalan re Azadî' eleqeyek mezin

Di Şahiya Mirovahiyê de bo 'Ji Ocalan re Azadî' eleqeyek mezin

Fete de L’Humanité (Şahiya Mirovahiyê) 2012 ya ku her sal ji aliyê weşana Partiya Komunîst a Franseyê Humanité ku her sal li dar dixe, dest pê kir. Di şahiyê de, di çarçoveya kampanyay “Ji Ocalan re Azadî” de îmze hatin berhevkirin.

Şahiya Mirovahiyê ya ku her sal ji aliyê rojnameya Frensî Humanîté ve tê lidarxistin, li bajarê La Courneuveyê bi beşdariya hunermend û muzîsyenan dest pê kir. Şahî dê heta 16’ê Îlonê bidome. Kurdan jî cihê xwe di şahiyê de girtin.

DI SAETA DESTPÊKÊ DE ZÊDETIRÊ 1000 ÎMZE

Akademiya Çand û Hunerê ya Parîsê û Federasyona Komeleyên Kurdan ên li Franseyê (FEYKA) bi gelek çalakiyan beşdarî şahiyê bûn û di çarçoveya kampanyaya ji Ocalan re Azadî de stadek vekirin. Frensiyan eleqeyek mezin nîşanî stada îzmeyan a bi posterên Ocalan hatibûn xemilandin da. Tenê di saeta destpêkê zêdetirê hezar îmze hatin komkirin. Her wiha, gelek broşorên bi Frensî yên “Kurd û Ocalan kî ne” hatin belavkirin. Endamên Partiya Komînîst a Frensî jî ji bo kampanyayê îmze kom kirin.

Kurd bi kincên neteweyî di stada FEYKA ya ku bi motîfên Kurdî hatiye xemilandin de amade bûn. Her wiha Kurdan pêşangehek der barê terora dewleta Tirk a li Kurdistanê de vekirin.

Her sal di sê rojan de nêzî zêdetirê 500 hezar kes beşdarî mihrîcanê dibin. Di şahiyên tên lidarxistin de her sal bal tê kişandin ku kapîtalîzm ne çarenûsa mirovahiyê ye û peyama “ji bo jiyanek xweştir, têkoşîna hevpar” tê dayîn. Bi hezaran nunerên partî û rêxistinên çepgir ji her çar aliyên cîhanê beşdarî vê şahiyê dibin.