Di salvgera erdheja Wanê de pêşengehên hemwext

Di salvgera erdheja Wanê de pêşengehên hemwext

Li Amedê bi boneya 1’emîn salvegera Erdheja Wanê ku di encamê de 644 welatiyan jiyana xwe ji dest dabû bi piştgiriya Şaredariya Wanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, Şaredariya Sûrê, Şarediriya Bajaroka Wanê Sixke û Odeya Endezyarên Înşaatê pêşengehek wêneyan hat vekirin.

Pêşengeha ku li gel Amedê hevdemî Wan û Stenbolê jî hat vekirin di dema saeta erdheja wanê 13.40’an de bi beşdariya Wekîlê Şaredarê Surê Nakşî Sayar, Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Înşaatê (ÎMO) ya Amedê Turan Kapan, nûnerên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û Endamên Yekitiya Mîmar û Endezyarên Tirikiyeyê (TMMOB) li salona Galeriya Hunerê ya Sumer Parka Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hat vekirin. Di pêşengeha ku wêneyên dema erdhejê de li Wanê hatine kişandin rastî eleqeyek baş hat.

‘LI GEL HEMÛ TIŞTÎ JIYAN DIDOMIYA’

Hunermendê wêneyê Alî Bozca ku wêneyên wî jî di pêşengehê de hatine nîşandan, hestên xwe anî ziman û got ku ew ji bo alîkariyê çûbû Wanê û ev wêne jî di wê demê de kişandine. Bozca wiha axivî: “Piştî erdhejê em çûn wê derê. Me hem di organîzasyona alîkariyê de cih digirt hem jî ji bilî wê çi ji destê me were me dikir. Bi rastî xemsariyek gelek mezin hemû. Bi rêkûpêk alîkarî nedihatin belavkirin. Ji ber vê ez gelek xemgîn bûm. Ew xemginî di wênêyên min de jî heye. Lê li gel hemû tiştî jiyan didomiya. Ev wênayan jî ya zarokan bû. Li gel her tiştî zarok dikeniyan. Ev tiştek gelek hestewar bû