Di roja yekem ya Mîhrîcana festîvalê de pêşbirka komên muzîkê

Di roja yekem ya Mîhrîcana festîvalê de pêşbirka komên muzîkê

Di roja yekem ya Mîhrîcana Reqasên Gelê Kurd û Festîvala Muzîkê ya li bajarê Bielefelda Almanyayê de 23 komên muzîkan ketin pêşbirkê. Beşa sibe ya Festîvalê dê bi pêşandanên komên folklorê berdewam bike.

Festîvala ku îro li ber deriyê Şaredariyê bi meşa bajar ya kevnepoş destpê kir û Serokê Meclîsa Gel ya Bielefeldê Tahir Koçer ku di rewşa xwediyê malê de ye axaftina vekirinê kir. Koçer destnîşan kir ku, di dirêjahiya dîrokê de xwestine gelê Kurd ji çanda wî dûrbêxin û bi helînin, lê belê bi piştgiriya mirovên hişyar yên li Ewropayê Mîhrîcanên bi vî awayî têne organîzekirin û mirov xwedî li çanda xwe derdikevin. Koçer di axaftina xwe de sipasiya hemû kesên keda wan di organîzasyona mîhrîcanê de heyî kir.

Piştî axaftinê jib o komên muzikê rêza dikeyê hate aşkera kirin. Piştî ku rêza komên muzîkan hatin diyarkirin derketin pêşberî endamên juriyê Seyîtxan, Memo, Sosin, Hozan Şemdîn û Eylemê.

Komên îro di festîvalê de derketîn ser dikê evin: Koma Gelan, Esmer ji Xinus, Alper ji Varto, Şehnaz Akalan, Cihan Soylemez, Herdem ji Xinus, Hemsa Yavsan, Gulten ji Xinus, Emin Yavsan, Omro ji Ruha, Koma Roní, Nuxrut ji Ruha, Bêrîvan Çiya, Koma Baran, Zohre ji Pazarcix, Nur Heyat ji Xinus, Botan Zaxoyí, Salih ji Tirbe Spî, Şemsedin ji Hezex, Rezan û Şirîn, Eminê Seydo, Aydin Kumuthan û Koma Welat.

Festîval sibe dê bi pêşbirka di navbera tîmên folklore berdewam bike. Çav lê ye ku festival dê sibe demjimêrên dereng de bi dawî bibe.