Di rêzefilmên Tirkan de înkara Kurdî!

Di rêzefilmên Tirkan de înkara Kurdî!

Rêzefilma bi navê “Sûltan” a ku bi temamî li Amedê hatiye kişandin, di Kanal D de destpê kir. Lê her çendî hemû li Amedê hatiye kişandin, tenê yek peyvek bi Kurdî di rêzefilmê de tune ye.

Nêzîkê salekê ye ev rêzefilm tê kişandin. Her çendî rêzefilm bi temamî li cihên dîrokî yên Amedê hat kişandin, tenê peyvek jî ya Kurdî têde tune ye. Di destpêka rêzefilmê de tenê mûzîka strana Ciwan Haco ya bi navê “Diyarbekir Mala Min e” heye. Lê ew jî tenê mûzîk, gotinên stranê tune ne.

Hêjayê gotinê ye ku tu carî li Amedê dapîr bi neviyên xwe re bi Tirkî naaxivin. Her çendî rêzefilm li bajarê Kurdan û heta navenda Kurdan Amedê hatiye kişandin, tenê yek peyva bi Kurdî tune ye, nayê zanîn ev yek ji derhêner, an jî seranîst e.