Di Olîmpiyatan de 6 Kurd beşdar dibin

Di Olîmpiyatan de 6 Kurd beşdar dibin

Olimpiyatên sala 2012 li paytexta Îngilistanê Londonê pêk tên. Ji çar aliyên cîhanê 204 welat beşdarî olîmpiyatê dibin. Di nava karwanê spore yê Îranê de 6 Kurd hene. Ji vana Kiyanûşî Rustemî diyar kir ku ew soz dide gelê Kurd û Îranê ew ê madalyayê werbigire.

Di Olîmpiyatên 2012 de Kurd jî beşdar dibin, lê ji ber dewleta Kurdan tune ye, bi navê welatên din beşdar dibin. Yek ji vana sporvanê Kurd Kiyanûş Rûstemî ye ku li ser navê Îranê beşdar bû. Rûstemî ragihand ku ew soz dide gelê Îran û bi taybet jî gelê Kurd ku ew ê madalyayê bistîne.

Olimpiyatên sala 2012 li paytexta Îngilistanê Londonê pêk tên. Ji çar aliyên cîhanê 204 welat beşdarî olîmpiyatê dibin. Di nava karwanê spore yê Îranê de 6 Kurd hene. Di karwanê sporê yê Îranê de 6 kesayetên Kurd jî hene. Ji wan 3 kes sporvan in, 2 perwerdekar û yek jî hakim e.

Ji vana Kiyanûş Rustemî di kîloya 85 de halter radike, Îhsan Rozbeyanî , di warê boksê de dikeve pêşbaziyê, Elî Mezahirî boksor. Ji van sporvanan Kiyanûş Rustemî yê ji Kirmanşanê û 21 salî ye di 2011’an de li Parîsê bû şampiyonê cîhanê.

Rustemî beriya pêşbaziya xwe da diyarkirin ku ew soz dide gelê Îranê û bi taybet jî gelê Kurd wê madalyayê bigire. Herweha Rustemî anî ziman ku ew ê ne bi tenê madalyayê bigire, herweha wê hewl bide rekorê jî bişkîne.

Roja înê ango sisê mehê Rustemî derdikeve ser dika halterê.