Di Mîhrîcana Kurdan ya li Almanyayê de danasîna du pirtûkên nû

Di Mîhrîcana Kurdan ya li Almanyayê de danasîna du pirtûkên nû

Di Mîhrîcana Çanda Kurdan ya Navnetewî de ku dê 8’ê Îlonê li bajarê Mannheim yê Almanyayê bê li darxistin, îsal dê di standên pirtûkan de du pirtûkên Almanî bêne danasîn.

Yek ji pirtûkên dê di standên Mîhrîcanê de bêne pêşkêş kirin “Demokratische Autonomie in Nordkurdistan” (Li Bakûrê Kurdistanê Xwesertiya Demokratîk). Pirtûk di Cotmeha 2011’an de li Almanyayê ji aliyê ekîbekî 12 kesî yên aktîvîstên Kampanyaya Tatort Kurdistanê ve ji lêkolînên du hefte yên li Bakûrê Kurdistanê kirine pêktê. Di pirtûkê de encamên Xwesertiya Demokratîk yên di nava jiyanê de hatine destgirtin, her wiha bi hevpeyvîn û lêkolînan jî hatiye nivîsîn. Pirtûka ku Tatort Kurdistan û ISKU hevpar derxistî, ji aliyê Weşanên Mezopotamya ve hatiye çap kirin.

Pirtûka ku Carla Solîna ya binavê aldıðı "Der Weg in die Berge – Eine Frau bei der Kurdischen Freiheitsbewegung" (Rêya ku Diçe Çiyayan-Jineka li Gel Tevgera Azadiya Kurd) çapa wê ya duwem di standên Mezopotamya û ISKU yên Mîhrîcana Çanda Kurdan de ye.

Pirtûka binavê, Rêya Diçe Çiyayan ku ji aliyê Navenda Enformasyona Kurdistanê ISKU û Weşanên Mezopotamyayê ve hatî çapkirin, salên 1990 yên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê ronî dike. Beriya niha di sala 1997’an de pirtûka ku ji aliyê Edition Nautilus ve hatî çapkirin, Carla Solina hema bêje îsal salekê li çiyayê Kurdistanê ma, ev pirtûk ji van çavdêriyan pêktê. Pirtûk bizimanê Almanî hatiye nivîsîn 427 rûpele.