Di fûara pirtûkan de rengên kurdî

Di fûara pirtûkan de rengên kurdî

3. Fûra Pirtûka ya Amedê îsal bi du zimanan hate vekirin. Enstîtuya Kurdî ya Amedê û KURDÎ-DER'ê anîn ziman ku, di fûarê de li gorî salên borî îsal Kurdî bêtir rastî eleqeyê tê û ji ber vê yekê wan jî li gorî wê amadekariyên xwe kirin û di fûarê de cih girtin. Di fûarê de herî zêde ferhenga Kurdî tê firotin.

3. Fûara Pirtûkan ya Amedê bi du zimanî balê dikêşe û eleqeya li hemberî Kurdî zêde tê dîtin. Di fûarê de anons bi kurdî û tirkî tên kirin û di afîşan dan jî kurdî tê bikaranîn. Enstîtuya Kurdî ya Amedê û KURDÎ-DER 3 salin di fûarê de cih digirin û anîn ziman ku eleqeya li hemberî kurdî zêdebûye. Rêveber û mamosteyê KURDÎ-DER'ê Cîhat Guney, diyar kir ku ew weke komele hem perwerdehiya kurdî didin û hem jî têkoşîna kurdî di her qada jiyanê de bê bikaranîn didin. Guney, anî ziman ku armanca wan tenê di fûarê de firotina pirtûkan nîne, armanca wan danasandina zimane û bi gotina Celalet Bedîrxan "Kurdno mal xirab no kurdî biaxifin" tevdigerin û wiha got:

"Em dixwazin di mirovan de raman 'Zimaneke me heye pirtûkên me hene' pêk bînin. Îngîlîzî û fransizî di kîjan qelîteyê pirtûkan çapdikin kurdî jî di heman qelîteyê de pirtûkan çap dike û em dixwazin vê yekê nîşanî wan bidin."

FERHENGÊN KURDÎ RASTÎ ELEQEYEKE MEZIN TÊN

Guney, da zanîn ku her roj weşanên kurdî û pirtûkên kurdî zêde dibin û wiha axivî: "Dayîk, mamoste, xwendekarên zanîngehê, hîndekarên zanîngehê û karkere tên ji me re dibêjin 'em dixwazin hînî zimanê zikmakî bibin' Asîmîlasyonê ferq dikin. Dayîk destên zarokên xwe re digirin tînin. Ji ber vê yekê pirtûka Hînker rastî eleqeyek mezin tê. Di nav pirtûkên herî zêde tên firotin Ferheng cih digire. Mirov dixwazin pey bi zimanê wan tê çi wateyê hîn bibin." Guney, da zanîn ku li ser zarokan berê tu xebata tunebûn û êdî wan ji bo zarokan jî xebat dan destpêkirin û bi wê armancê kovara bi navê "Agirê Rojê" derxistin.

ELEQEYA LI HEMBERÎ KURDÎ ZÊDE BÛ

Ji edîtorên Kovara W Omer Fîdan jî diyar kir ku, li gorî salên borî kurdî rastî eleqeyeke zêde tê û wiha got: "Her roj bêtir reng û dengên kurdî di fûarê de zêde tên dîtin. Her sal weşanên kurdî zêde dibin. Nivîskarên kurd bêtir êdî tên dîtin. Ji Fransayê jî nivîsarkê kurd dê bê tevlî fûarê bibe." Fîdan, anî ziman ku anons jî bi kurdî tên kirin û êdî kurdî li her qadê bêtir tê xuyakirin. Fidan, da zanîn ku ji ber vê eleqeyê weşanên tirk jî nêzî wan dibin û li gel bi ramana bazirganiyê jî be nêzîkahiyê nîşanî kurdî didin.

Fîdan, bilêv kir ku xwendekar teqez serî li standa wan didin û wiha axivî: "Kesên kurdî dizanin tên pirsa pirtûkên kurdî didin. Kesên kurdî nizanin ji bo ku hînî kurdî bibin pirsa pirtûkan dikin û pirsa rêbaz û amûrên hînbûna kurdî dikin. Kesên kurdî nizanin ji bo zarokên wan wisa mezin nebin dibêjin ew dê kurdî hînî zarokên xwe bikin."