Di Fuara Pirtûkan de bernameya Mezopotamyayê dest pê dike

Di Fuara Pirtûkan de bernameya Mezopotamyayê dest pê dike

Di 64’emîn Fuara Pirtûkan a Navnetewî ya Frankfurtê de ku ji 120 welatan ji 7 hezaran zêdetir weşanxane tevlî dibin, kurd jî cihê xwe digirin. Bernameyên fuarê yên Weşanên Mezopotamya îro dest pê dikin.

Fuara Pirtûkan a Frankfurtê ya di qada xwe de fuara herî mezin tê binavkirin di 10’ê cotmehê de deriyên xwe vekir. Ji 120 welatan ji 7 hezarî zêdetir weşanxane tevli fuarê bûn û Weşanên Mezopotam ya jî cihê xwe digire. Weşanxane bi dehan pirtûkên bi zimanê kurdî, kirmanckî, tirkî, îngîlîzî, erebî, almanî û farsî pêşkêş dike.

Bernameyên fuara Mezopotamyayê îro dest pê dike. Buroya Aştiyê ya Jinan a Cenî îro saet di 16.00’an de pirtûka bi navê ‘Widerstand und Gelebte Utopien’ (Berxwedan û Utopyayên tên jiyîn) dê bê weşandin.

Roja şemiyê saet di 15.00-16.00’an de panela bi navê ‘Li Tirkiyeyê demokrastî û azadiya çapemeniyê’ dê pêk were. Moderatoriya panelê Dr. Elmar Millich dê bike û wekî axaftinker dê nivîskar Asli Erdogan û siyasetmedarê kurd Muzaffer Ayata tevlî bibe. navnîşana panelê; Forum Diyalog Halle 5.1 - A - 962.

Li heman navnîşanê roja yekşemê saet di navbera 13.45-14-45’an de panela bi navê ‘Li Rojhilata Navîn serhildan û kurd’ heye. Rojnameger Edgar Auth moderatoriya panelê dike û wekî axafinker Prof. Dr Norman Peach û rojnameger Ferda Çetîn tevli dibe. Nivîskar Kamer Soylemez, nivîskar û lêkolîner Lokman Turgut û rojnameger- nivîskar Gunay Aslan û gelek nivîskarên din dê berhemên xwe bidin nasîn.