Di film de penaber hebe, pere jî tune!

Di film de penaber hebe, pere jî tune!

Li Denmarkê filmek ê zarokan tê kişandin, ji ber ku dê zarokên penaberan di film de bidin leyîstin, nekarî tu alîkariyek ji Enstîtuya Sînemayê werbigire. Hinceta aşkere û zelal a saziyê; “Ji ber ku keçek misilman di film de rola serek dileyîze û ev jî balê nakişîne”. Rayedarên sînemayê nerazîbûn nêzîkê vê yekê dan.

Şîrketa sînemayê ya Denmarkê ji bo çavkaniyan serî li Enstîtuya Sînemayê ya girêdayî Wezareta Çandê ya Denmarkê da, lê ji ber ku dê di film de zarokên penaberan bidin leyîstin, nekarî tu alîkariyek werbigire. Ne ev nûçeya bi belge ji aliyê rojnameya Information ve hat weşandin û li rastî nerazîbûnên tund ên derdorên çandî hat.

'DIVIYABÛ RENGÊ ÇERM NE EWQAS GIRÎNG BÛYA!'

Enstîtuya Sînemayê li Denmarkê alîkariyê dide hemû projeyên sînemyana. Lê vê biryara wê ya der barê filmê zarokan de derdorên çandê matmayî hişt.

Derdorên sînemayê destnîşna kirin ku divê mirov piştgiriyê bide hewldanên ji bo nîşandana pir çandiyê û ev daxuyaniya Enstîtuyê şermezar kirin. Ji şîrketa filman a ASA’yê çêker Henrik Möller-Sörensen û derhêner Martin Miehe-Renard daxuyanî da û gotin; “Em bi senaryoya xwe bawer in. Me ji bo senaryoyek muzîkal a ji bo zarok û gihiştiyan xweş serlêdan kir. Diviyabû rengê çerm ewqas ne girîng bûya."

Ji rayedarên Enstîtuyê Claus Ladegaard, diyar kir ku ev îdîa “bêbextî ne” û angaşt ku ev îdîa ne rast in, alîkariya film ji ber sedemên cûda hatiye redkirin.

Wezîrê Çandê Uffe Elbaek jî ev biryar rexne kir. Wezîr Elbaek di rûpela xwe ya Facebookê de peyamek der barê mijarê de weşand û ev biyara enstîtuyê rexne kir.