Dersa hilbijartî ne çareserî ye, xapandin e

Dersa hilbijartî ne çareserî ye, xapandin e

Zimanzan û nivîskar Necmiye Alpay nerazîbûn nîşanî hewldana hikûmetê ya ji bo “dersa hilbijarte” da û got; "Yên ku îro vê yekê weke çareserî pêşkêş dikin, xwe dixapînin.” Alpay gotinên Alîkarê Serokê AKP’ê Huseyîn Çelîk ên ku Kurdan şiband Pakîstaniyên li Îngilîstanê rexne kir û got; “Kurdên Tirkiyeyê li welatê xwe dijîn, ne li welateke din.”

Nivîskar û zimanzan Necmiye Alpay hewldana AKP’ê ya ji bi navê “Dersa Hilbijartî” ji ANF’ê re nirxand û destnîşan kir ku divê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê. Alpay got; “Hefteyê tenê du dersên Kurd ên hilbijarte yên ji bo zarokên Kurd, tenê xwexapandin e. Ez weke kes bi salane vê dibêjim: zimanê zikmakî stûna perwerdehiyê ye, ev tenê dikare bi rêya perwerdehiya li ser esasê du zimanî çareser bibe. UNESCO jî bi dehan sal e diyar dike ku perwerdehiya du an jî sê zimanî ji bo serdema me ya îro pêwîstîyek e.”

Necmiye Alpay ragihand ku seranserê Tirkiyeyê pirsgirêak zimanê zikmakî heye û got; “Hebûna zimanên zikmakî di dirêjahiya dîroka komarê de hatin înkarkirin.” Alpay wiha got; “Heta carekê peyva “Kurdî” jî ji ferhengan hat derxistin. Piştî ku zimanzan jî hatin bêdengkirin êdî têgîna ‘zimanê zikmakî’ jî ji rê derket. Di bingeha pirsgirêka Kurd de ev polîtîkayên yekperest hene."

DIVÊ ÇI BÊ KIRIN?

Bi ya Alpayê ji bo pirsgirêka zimanê zikmakî pêngavên bêne avêtin; Ji bo perwerdehiyek ku navenda wê zarok bin, sererastkirina perwerdehiya pirzimanî ya li ser esasê zimanê zikmakî; Xwedîderketina li ziman û çandan, ji bo vê afirandina çavkanî û derfetên pêwîst, piştgirîdana Estîtuyên Kurdî, wekheviya hemû zimanan di hemû warên jiyanê de; divê ne tenê di rojeva endamên wî zimanî tenê de be, divê di rojeva civakên din de jî be.

Alpay bal kişand ser xebat û ezmûnên saziyên weke Egîtîm-Sen (Sendîkaya Perwerdehiyê) û ERF (Hewla Reforma Perwerdehiyê). Alpay bi bîr xist ku di têkiliyên dewletan, YE, NY, saziyên fermî, karên bazirganî de pir kêm ziman tên karanîn û got; "Di serî de zarok, divê hemû kesayet û civak nirxeke pir mezin bidin zimanê xwe yê zikmakî û ev yek weke pêwîstiyeke jêneger e. Ne tenê Kurd bûne qûrbanê polîtîkayên yekperest ên li Tirkiyeyê. Raste qûrbanê herî mezin ên vê polîtîkayê Kurd e, lê polîtîkaya înkarê bandor li Tirkî û zimanên din jî kiriye. Yek ji sedemên ku civaka bi zorê hînî zimanê din dibin ev e."

'PÊŞKÊŞKIRINA DERSA HILBIJARTÎ WEKE ÇARESERIYÊ, TUNE HESIBANDINA KURDÎ YE'

Li gorî Alpay dewlet heta niha jî bi kêmasiyên zanebûnê tevdigere û bi bîr xist ku heta duh hin siyasetmedaran bi taybet jî MHP’ê digot ‘Kurd zaraveyek ê Tirkî ye’, lê ne tu siyasetmedar, ne wezîr û ne jî akademîsyenan li hemberî vê yekê îtîraz nedikirin. Alpay got; "Lê di zimanzaniya Tirkî de mirov bi tu awayî li rastî agahiyeke wiha nayê. Bi van gotinên ne zanîstî û ne cidî bi salan desthilatiyê li ser civakê meşandin. Pêşkêşkirina dersa hilbijarte weke çareseriy, tê wateya tune hesibandina zimanê Kurdî."

'KURD LI WELATÊ XWE DIJÎN'

Zimanzan Necmiye Alpay nerazîbûn nîşanî daxuyaniya Alîkarê Serokê Giştî yê AKP’ê Huseyîn Çelîk a bi awayê “zimanê zikmakî li welatên rojava jî weke dersa hilbijartî tê dayîn. Pakîstaniyên li Îngilstanê jî bi rêya dersa hilbijartî hînî zimanê xwe dibin.”da û got; “Ger mirov Kurdên li Tirkiyeyê bişibîne Pakîstaniyên li Brîtanyayê ev yek tiştek pir ji aqil dûr e. Kurdên Tirkiyeyê li welatê xwe dijîn, ne li welateke din.”