Derhênerê Kurd Mano Xelil xelata Civis a Medya Europa wergirt

Derhênerê Kurd Mano Xelil xelata Civis a Medya Europa wergirt

Filma derhênêrê Kurd Mano Xelîl a bi navê “Baxçeyê Bihuştê“ roja 9’a gulana 2012-an li Parlementoya Ewropayê, li Bruksela paytexta Belcîka xelata yekemîn a filmên Dokumental ya 25 saliya saziya CIVIS ya Medyaya Ewropayê wergirt.

Xelata CIVIS li Parlementoya Ewropayê û bi beşdarbûna gelek hunermend û siyasetmedarên Ewropayî û Serokê Parlemantoya Europi Martin Schultz hat wergirtin. Serokwezîra Alman Angela Merkel bi rêya televizîonê peyamek şand û serkeftin bo hunermendan xwest.

Filma Derhêner Mano Xelîl a “Baxçeyê Buhuştê“ li paytexta Swîsre Bernê berî du salan hatiye kişandin û li ser xebat û jiyana rojane ya kêmenetewên li vî welatî hatiye çêkirin.

Ev fîlm di Festîvala Berlinalê ya 2011 de hatibu nîşandan û her wiha xelata Paytexta Swîsre a sînemaym girtibû û hatibû helbijartin bo xelata sînemaya Swîsrî Quartz 2011, herweha hêjayî xelata mezin ya "Prla" hatibû dîtin.

Heta roja îro li dehan festîvalên navnetewî hatiye nîşandan