Darîo Fo ji aliyê hezaran kesî ve hate oxirkirin

Ji bo Derhênerê Şano û nivîskarê lîstokan ê Îtalî Drîo Fo yê xwedî xelata Nobelê ku roja Pênçşermê jiyana xwe ji dest dabû, bi hezaran kes li Mîlanoyê kom bûn.

Ji bo carekî din cenazeyê hunermedê şoreşger Darîo Fo yê 90 salî silav bidin, anîn Şanogerha Pîccolo ya li Mîlanoyê.

Îro bi beşdariya hezaran kesî darbesta Darîo Fo anîn Qada Dûomoyê. Di merasîma de helbesta ku ji bo şoerşgerê Îtalyan Cîao Balla û helbestên Fo bi xwe nivîsandî ji aliyê orkestrayê ve hate lêxistin , ji cîhana siyaset û wêjeyê jî gelek kes beşdar bûn.

Ji bo bîranîna Farîo Fu alên ku li pêşiya avahiya Qesra Şaredariya Mîlanoyê anîn nîvî, li ser navê malbatê kurê wî Jacopo fo û hevalê wî Carlo Petrînî axivîn. Jacopo Fo di axafina xwe de bi bîr xist ku bavê wî şoreşgerkî komînîst bû, bavê wî yê ku bi salan helbest vehûnandî gihişte dayîka wî Franca yê.

Carol Petrînî jî bang kir ku Darîo Fo bi ‘Helbest û şiîran’oxir bikin.

Piştre jî cenazeyê Fo li Goristana Famedîo li gel hevjîna wî Franca Ramey a ku beriya 3 salan jiyana xwe ji dest dabû defin kirin.

Darîo Fo di sala 1997’an de hêjayî Xelata Nobelê ya Wêjeyê hate dîtin. Li Îtalyayê her tim li dijî sîstema daraz û rastgirên nîjatperse di nava şer de bû. Fo yê ku di sala 2001’an de bû serokê şaredariya şoreşger û redîkal ê bajarê Mîlanoyê, di nava nivîskarên Îtalyan de di cîhanê de yek ji kesê herî lîstikên şanoyê pêşkêş kiriye.