Coşa mihrîcanê neket hundirê çarçoveyekê

Coşa mihrîcanê neket hundirê çarçoveyekê

Mihrîcana 20’emîn a Çanda Kurdan a Navneteweyî ya li bajarê Almanya Mannheimê ya ku duh pêk hat, mihrîcana herî qelebalix a van salên dawiyê bû. Qada Maimarktgelände ya ku ji bo 200 hezar kesî hatiye çêkirin, tije bû. Mihrîcan zêdetirê sedhezar kesî beşdar bû, mirov nikare têxe nava çarçoveyek tenê.

Beriya bernameya fermî ya mihrîcanê Kurdistanî herikîn qadê û gelek mihrîcanên biçûk li dar xistin... Di qada mirhîcanê de her rengên Kurdistanê hebûn. Kurdistaniyên ji her çar parçeyên Kurdistanê li hev civiyan.

Di mihrîcanê de bi taybet jinên Kurd kincên xwe yên rengîn li xwe kirin û mihrîcanê xemilandin. Zêdetirê sedhezar kesên beşdar bûn gava sînevîzyona ji dîmenên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Roboskiyê hat nîşandan, di carekê de bê deng bûn. Girseyê alên PKK, KCK, PYD, hema bêjin gihandin ber ezmanan.

Heta êvarê helîkopterên Alman bi ser girseyê re firiyan, ev yek ne bes bû xwestin bikevin nava girseyê û alên PKK’ê yên li ser pişta zarokan bi darê zorê bigirin û bibin. Gava li rastî berxwedana zarok û ciwanên Kurd hatin, weke polîsên Tirkan bi gaz, cop û binçavkirinê êrîşê Kurdan krin. Di êrîşê de bi dehan ciwan birîndar bûn. Ciwanê bi navê Mûrat ê 18 salî yek ji wan bû. Mûrat xwe ji bo zarokên nedixwestin alên xwe bidin polîsan, li rastî derbeya polîsan hatin. Di êrîşê de 31 ciwan hatin binçavkirin. Lê polîsên Alman nekarîn coşa Kurdan têk bibin.

Heyva Sor a ku weke bijîşka Kurdan e, vê carê wezîfeya xwe piştguh nekir. Bijîşkên Heyva Sor di qada mihrîcanê li ser karê xwe bûn.