Ciwanên Kurd ên li Îskandinavyayê li Stockholmê kom dibin

Ciwanên Kurd ên li Îskandinavyayê li Stockholmê kom dibin

3’yemîn Mihrîcana Spor û Çandê ya Îskandinavya ya Şîrîn Elemhûlî di 21’ê tîrmehê roja şemiyê de li semta Vårberg a Stockholmê tê lidarixstin.

Dê tevî Swêdê, ciwanên Kurd ên li Norwec, Denmark û Fînlandyayê dijîn, dê beşdarî mihrîcana bi dirûşima “Azadiya Rêbertiya me Azadiya me ye bibin.”

Tevî pêşbaziyên weke fotbol, judo, boks, dê komên ciwanan ên folkolorê ji lîstokên gelêrî yên Kurdan nîşan bidin. Hunermendên Kurd Ciwan Haco, Beyto Can, Pirshang Twana, Koma Kêlaşîn û Hiphop Rêzan dê derbikevin ser dikê.

Di mihrîcana ji aliyê Federasyona Ciwanên Kurd, tê lidarxistin de dê pirtûk, tîşort, CD û DVD yên film û mûzîkê bêne firotin. Her wiha dê xwarinên gelêrî yên Kurdan jî bêne pêşkêşkirin.

Mihrîcan dê saet 11.00 dest pê bike û di 21.00 de bi dawî bibe.