Çira TV amedekariya weşana asayî dike

Çira TV amedekariya weşana asayî dike

Komîteya Weşanê ya kanala Kurdên Êzidî Çira TV, derbarê xebatên televizyonê de daxuyanî da û diyar kir ku Çira TV, bi destpêkirina weşana testê gihişte pêvajoyeke nû û wiha got: "Em hewl didin ku di demeke nêzîk de dest bi weşana xwe ya serast bikin."

Komîteya Weşanê ya Çira TV der barê kar û xabatên tên meşandin de agahî dan. Komîteyê da zanîn ku wek hemû televizyonên Kurdî, Çira TV jî, bi hêza di serî de ji Êzîdiyan, ji tevahiya gelê Kurd distîne û misyoneke giran hildaye ser milê xwe. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Ji bo ku em bikarin weşana televizyona Çira TV bi kalîteyeke herî baş û li gor pêwîstiyên Êzîdiyan yên civakî, olî, çandî û hwd. pêk bînin, me dest bi kampanyaya nivîsandina endamên "Komela Çira-TV e.v." kiriye. Bi heman mebestê, em li deverên Êzîdî bi girseyî lê dijîn, pîrozbahiyan li dar dixin. Pîrozbahiya yekemîn dê 18'ê Mijdarê saet di 13:00'an de, di Hola Dawetê ya Guneşê Huttenstrasse 21, 46419 Isselburg de, ya duyemîn jî wê di 22'ê Mijdarê saet di 13:00an de, di hola dawetê "Saal 2000", Domanenweg 16, 31582 Nienburgê de were lidarxistin. Dem û cihên pîrozbahiyên dinê wê di pey re werin aşkerekirin."

Hat zanîn ku di şevbêrka piştgiriyê de hunermend û komên mûzîkê ên mîna Sîmar, Hozan Canê, Hozan Kewê, Koma Rizgar, Amele, Hozan Xemdar, Koma Ezda, Weysî Emer, Îsmet, Silo Can beşdar dibin. Her wiha Parlamentera BDPê ya Qersê Mulkiye Bîrtane jî beşdarî şahiyê dibe.

Komiteyê ragihand ku ji bo ew bi Çira-TV tariya sedên salan bidin ronîkirin, giyana şehîdên 73 fermanan bidin jiyandin, dîroka hatiye windakirin, bidine dîtin, zimanê hatiye lalkirin bidine gerandin, guhên hatine kerrkirin bidine bihîstin, zilm û neheqiyên li Êzîdiyan têne kirin bidine teşhîrkirin, leyîstikên dijminatiyên xistine nav olên Kurdistanê vala derxin, we û hemû sazî û kesayetiyên Kurd vedixwînin ku piştgirî û alîkariyê û herwiha pîrozbahiyên tên lidarxistin.

Komîteyê hevî kir ku hemû Kurdistanî jî, bi beşdarî û piştgiriya xwe şewqa Çiraya Êzîdaxê ronîtir bikin.