Çanda welatê xwe li deverên cuda belav dike

Nivîskarê Misrî Welîd El-Remalî dixwaze çanda welatê ya pireng li deverên cuda belav bike û bi rêya avakirina komên folklorî vê çandê diparêze.

Avakerê Navenda Kokên Çand û Folklora Misirî nivîskar Welîd El-Remalî, dixwaze çanda Misrê ya pireng li herêmên din belav bike û bi hemû çand û şaristaniyên cuda re bikeve têkîliyan. El-Remalî diyar kir ku folklora pêkhateyên Kurd û Ereb, parçeyek ji folklora herêmê ye û di vê der barê de bi nivîskarê Kurd Mihemed Ersilan re têkildar dibe.

Mihemed Ersilan der barê vê yekê de kêfxweşiya xwe anî ziman û got, divê komên hunerê yên folklora Kurdî serdana Misrê bikin da ku herdu alî  çanda hev binasin. Ersilan wiha axivî: "Belavkirina çand û folkoran, dikare li dijî terorê bibe hêzeke têkoşer."

Nivîskar Misrî Welîd El-Rimalî diyar kir, ji bo parastina çanda Misrê, komên folklorî li hemû herêmên Misrê têne avakirin û ev tişt got: "Em bi nivîskarê Kurd re dikevin nava têkîliyan ku em çanda Kurdî binasin û çanda xwe bi wan bidin nasîn."