Çalakiyên Hefteya Çanda Kurd a li Dûîsbûrgê dewam dikin

Çalakiyên Hefteya Çanda Kurd a li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê tên lidarxistin, dewam dikin.

Çalakiyên Hefteya Çanda Kurd a li bajarê Elmanya Dûîsbûrgê tên lidarxistin, dewam dikin.

Di çarçoveya hefteya çandê de bi qasî hezar Kurdistanî û dostên wan, heta saet 21:00 bi baldarî li şevbêrka dengbêjan guhdarî kirin.

Di çarçoveya hefteyê de saet di 15:00 de li kolana Kaîser Wîlhelmê komekî mezin hat vedan, bi rengê Kurdî hat xemilandin. Li binê vî konî xwarinên ji mutbexa Kurdan hatin belavkirin.

Dûre daweteke Kurdan a temsîlî hat organîzekirin. Di vê çarçoveyê de bûk li ser hestpê û xêliya dawetê jî bi kincên neteweyî bi qasî du kîlometreyan meşiya.

Li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Dûîsbûrgê jî dengbêjan kilamên xwe gotin.

...