Bi înat li dijî zextan hûner!

Bi wesîleya Roja Şanoyê ya Cihanê Ayşe Emel Mescî, Fusûn demîrel, Levent Uzûncu û Orhan Aydin ji Ajansa ANF’ê re axivîn.

Tirkiye bi zilmê, zextan û girtinê dikeve 27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cihanê, hunermendên şanoyan hêviya azadî û aştiyê diparêzin. Bi wesîleya Roja Şanoyê ya Cîhanê Şanoger Ayşe Emel Mescî, Fusûn Demîrel, Levent Uzûncu û Orhan Aydin ji Ajansa ANF’ê re peyîvîn, diyar kirin ku di roja ku zaliman mazlûm bi saxî defin kirin, wê perde vekirî bimîne û tevî tarîtiyê jî aştî, azadî û li ser navê wekheviyê ew ê ronahiyê berdewam bikin.

NEPEJIRÎNE, FÊR NEBE, LI BER XWE BIDE!

Ayşe Emel Mescî : Hunera Şanoyê tim weke hûnerê li pişt aştiyê cih digire. Şano hunereke ku civaka mirovan, sosyolojî û pîskolojî, dîrok û felsefê digihîne hev. Ne bi tenê huner, li her deverê rêya ku ji pêvajoyê derbas bikî; nepejirînî, fêr nebî û li ber xwe bidî.

ME BIXIN DORPÊÇÊ JÎ NIKARIN HUNERÊ BIKUJIN!

Levent Uzumcu: Di serî de roja hemû şanogeran, roja şanoyê pîroz dikim. Ji bo me şano, ji mirovên li welatên medenî dijîn hê bêtir wateyeke cudatir e. Ji ber ku niha em di nava tarîtiyekî pir zehmet de ne û yê ku vê tarîtiyê ronî bike roniya şanoyê û ronahiya hunerê ye. Di vê wateyê de çiqasî bixwazin hunermendan dorpêç bikin, nikarin hunerê bikujin, bi bombekirina van çiyayan, dişibe hilweşandina berhemên antîk.

HER BIJÎ ŞANOYA AZAD!

Fusûn Demîrel: Şano nûnertiya fikrên azad û xeyalên azad dike… Li welatên kesên ku fikir û ramanên wan girtîne tenê destûra qeşmerên qesrê hene. Bi xeyalê welatê azad ê ku îfadekirin, xeyalkirin û fikirandin bi temamî mimkûn e, em dibejin her bijî şanoya azad. 

TEVÎ HER TIŞTÎ JÎ WÊ PERDE VEKIRÎ BIMÎNIN

Orhan Aydin: Îro hunera Şanoyê di dîroka xwe de cara yekemîn e ku li hember dijminatiya wiha mezine. Lê, rexmê van êrîşan bi azadî, aştî,xwişktî, biratî û wekheviyê ve 27’ê Adarê Roja Şano ya Cîhanê pîroz dikim û wê perdeyên şanoyê her tim vekirî bimînin. Her Bîjî Hunera Şanoyê.

...