Bavên zarokên me ew kenandin zarokên me tecawiz kirin

Bavên zarokên me ew kenandin zarokên me tecawiz kirin

Tiyatroj dewletê bi zimaneke tund rexne dike û bi lîstîka xwe ya bi navê “En buyuk Turkiye” yanî “Ya herî mezin Tirkiye ye” qala zarokên hatine kuştin dike. Ji koma Tiyatroj Azîz dibêje ku ew ê wehşeta li Girtîgeha Pozantiyê jî qewimî bibin kolanan û wiha didomîne; “Me berê li Pozantiyê lîstokek a zarokan lîstibû. Em ji bo zarokên wan gardiyanan leyîstibûn, me dilê wan şa kiribû. Lê bavên wan zarokan zarokên me tecawiz kirin.

Koma Tiyatroj bi lîstokên xwe yên di van demên dawiyê de balê dikişîne ser tiştên li Tirkiyeyê diqewimin. Balê dikişîne ser pirsgirêkên karker, jin, komkujî û gelek mijarên din, niha jî bi lîstoka “En Buyuk Turkiye” tiştên hatine sere zarokên Kurd ên li Kurdistanê ji aliyê artêşa Tirk ve hatine kuştin vedibêje. Di lîstokê 20 deqey de behsa Ûgûr Kaymazê 12 salî yê bi 13 guleyan hat kuştin, Ceylan Onkola 13 salî ya ji aliyê leşkeran ve hate kuştin û 19 zarokên ku li Roboskiyê di encama bombebarana F16’yê artêşa Tirk de jiyana xwe ji dest dan dike.

Tiyatroj bi pêşandanên xwe yên li ser dike rexneyên tund li dewleta Tirk dike û dixwaze berê gel ji çapemeniya Tirk a alîgir vegerîne ser rastiya şer û komkujiyên li Kurdistanê diqewimin.

Ji koma Tîyatroj Eren Azîz ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku ew li kolanan şanoyê dileyîzin. Azîz destnîşan kir ku bi taybet lîstokên weke “En Buyuk Turkiye” û “Pozanti” mîna neynikên rastiyê ne, ji ber wê jî ew dixwazin li kolanan çêtir dibînin.

Azîz got ku ev lîstokên wan bi vexwendinan nayê temaşekirin û ev agahî da; “Ji ber ku ev lîstok jiyana wan zarokên li Kurdistanê tên kuştin, ew ê keviran diavêjin û têkoşîna wan a civakî tên vegotin. Armanca me ew e ku em kesên ku van bûyeran nizanin, mirovên her tiştê ji bîr dikin haydar bikin û têgihiştinên wan biguherînin. Em dixwazin awirên wan vegerînin ser şerê li Kurdistanê, ji ber ku bi rastî jî li welêt şerek heye. Li vî welatî zarok tên kuştin. Tiştê ku em dibêjin em beriya her tiştê ji zarok û jinan re dibêjin. Ji ber ku ji ber ku ….bi zilaman nayên. Herî zêde jin û zarok ziyanê dibînin.”

‘GARDIYANÊN KU ME DILÊ ZAROKÊN WAN ŞA KIR, TECAWIZÊ ZAROKÊN ME KIRIN’^

Azîz diyar kir ku navê lîstoka wan a ku behsa tiştên hatine serê zarokên di Girtîgeha Pozantiyê de hatin tecawizkirin, dike “Pozanti” ye û wiha qala bîranînek xwe ya li Pozantiyê dike; “Me berê li Pozantiyê lîstokek a zarokan lîstibû. Em ji bo zarokên wan gardiyanan leyîstibûn, me dilê wan şa kiribû. Lê bavên wan zarokan zarokên me tecawiz kirin.”

Azîz destnîşan kir ku ew bi taybet lîstokên xwe li rojavayê Tirkiyeyê nîşan didin û diyar kir ku ji xwe herêman Kurdan van tiştan dijîn. Azîz got; “Wan zarokan jixwe têra xwe êş kişandine. Em tenê ji bo dilxweşkirina wan diçin wir. Em peykerên zindî û tiştên rengîn ji wana re dibin.”