Armanca 4+4+4 hêza kar a 'perwerdekirî' û 'erzan' biafirînin

Armanca 4+4+4 hêza kar a 'perwerdekirî' û 'erzan' biafirînin

Serokê Giştî yê Egîtîm-Senê Yildiz diyar kir ku armanca pergala 4+4+4 ev e ku hêza kar a ‘perwerdekirî’ û ‘erzan’ biafirînin û zarokên temenê wan di koma 5’an de ye (60-71) di warê fizîkî, zîhnî, civakî û psîkolojîk de ji bo dibistanê de amade ne. Yildiz wiha got: “Zarok hêj di dema xwe ya lîstikê de ye. Ji ber vê jî ku zarokên di navbera 60-71 mehan de bin, biçin dibistanan di warê hest, ruh de pirsgirêkên cidî pêk tîne.”

Rejîma AKP’ê ku polîtîkaya bazirganî û muhafazakar a perwerdê dimeşîne ligel hemû bertekan 4+4+4 xist meriyetê. Ligorî rapora Egîtîm Senê, di demên borî de her sal mîlyonek 200 zarokî dest bi dibistanê dikir. Îsal bi awayekî otomotîk qeyd hatin kirin û 2 mîlyon 313 hezar 888 xwendekar dê biçin. Bi zêdebûna xwendekaran re dê hejmara polan jî derkeve 70-80’ê.

AKP LI ŞÛNA PIRSGIRÊKAN ÇARESER BIKE GIRANTIR DIKE

Li dijî pergala 4+4+4 bertek didomin. Serokê Giştî yê Egîtîm Senê Unsal Yildiz bi 4+4+4’ê re der barê operasyona perwerdehiyê ya ‘Paqijiyê’ de ji ANF’ê re axivî.

Yildiz destnîşan kir ku di qada perwerdê de gelek pirsgirêk ji mufredatê bigire, heta teknîkî, heta gihandina mamosteyan hene. Yildiz got ku desthilatdariya siyasî dest avêtiye mijarên hatine tespîtkirin lê li şûna ku çareser bike, hin pirsgirêkên berfireh yên nû li pirsgirêkên heyen zêdet kiriye.

Yildiz pirsgirêkên ku 4+4+4 rê li vedike wisa rêz kir: “Dema em qanûnê lêkolîn dikin, tespîtên raporên me yên Sibat û Adarê rast in. Tespîtên me yên dûr, navînê û nêz di astên cuda de dê derkevin pêşberî me. Di vê astê de der barê mamosteyan de zêdebûna kadroyê, cih guhertinê de pirsgirêk diqewimin. Ji ber ku ji dibistana seretayî û ya navîn veqetiyaye tevliheviyek heye. Em pirsgirka ku zarokên me ji taxa xwe hatine surgunkirin dijîn.”

ZAROK JI BO DIBISTANÊ NE AMADE NE

Yildiz bi lêv kir k udi encama ferzkirina 4+4+4 de, zarokê temenê wan 5 sal û nîve li dibistanê tên nivîsandin û zarok mecbûrê guhdarkirina dersan dimînin û wiha pê de çû: “Ev pirsgirêkek cidî ye. Di warê mezinbûna dema zarokan de, ev pêkanîn rê li pirsgirêkên cidî vedike. Di warê hiş, hest û ruh de pirsgirêk çêdibin. Di hemû jiyana perwerdehiyê ya zarokan de neyîniyên ku telafiya wê ne mumkune pêk tê. Dibêjin bila beriya 71 mehan biçin dibistanê. Lê fikarê me hene. Malbat jî heman fikarê dijîn. Ev zarokên di vî temenî de ji bo dibistanê ne amade ne.”

KÊMASIYA BINESAZÎ Û FÎZÎKÎ YA DIBISTANAN

Yildiz anî ziman ku bi pêkanîna 4+4+4 dê hejmara xwendekaran zêde bibe û got ku binesazî û di warê fîzîkî de kêmasî hene. Yildiz wiha got: “ Xuya ye ku binesaziya dibistanên me ji bo zarokên di navbera 60-71’ê de ne baş e. Bi qasî ku em dibînin beşek ji bo pola yekemîn ji bo zarokên dibistana dayikê amade kirine. Bi vî awayî dibistana seretayî daxistine 3 salan. Bê guman zarokên di mufredata pola dayikê de hiştin wendahiya perwerdê ye.

Yildiz got; “Wezareta Perwedehiya Netewî dibêje dê Qurana Kerîm û Jiyana Hz Muhemed bibin dersên hilbijarte” berdewam kir; “Hin xwendekar dê bi zorê van dersan bigirin. Li hemberî welatiyên me yên elewî ev zextek e. Dê kampbûneke jî bê jiyîn. Dersên hilbijarte di nava civakê de tevliheviyekê pêk tîne. Bi taybetkirina perwerdê re malbat neçar dimînin zarokên xwe bi servîsan bişînin taxên din. Fikarên wan zêde ne.“

BI 4+4+4 RE TÊ ARMANCKIRIN HÊZA KAR A ‘ERZAN’ Û ‘PERWERDEKIRÎ’ BÊ AFIRANDIN

Yildiz di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev pêkanîn li dijî xwendina zarokan jî asteng e. Malbatên xizan dê bi lez û bez ji dibistanan bigirin û biçin ser kar. Zarokê kur jî dê bişînin temîratxaneyan. Bi pergala 4+4+4 hewl tê dayîn hêza kar a ‘erzan’ û ‘perwerdekirî’ bê afirandin.”

Yildiz bal kişand ser gotinên Wezîrê Perwerdê Omer Dînçey yên bi awayê ‘Em dê zû bigirin dibistanan û tirkî hînê wan bikin’ û wih got: “Niyeta gotina wezîr aşkera bû. Lê wezîr di vir fikarên netewperest yên Tirkiyeyê derdixe pêş û di heman demê de hedefê berovajî dike. Aliyekê van gotinan îtîraf e û aliyê din jî ev ku armanca xwe ya esas veşêrin.”

JI 30’Î ZÊDE ENDAMÊN EGÎTÎM-SEN’Ê DI GIRTÎGEHAN DE NE

Yildiz di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku niha li girtîgehên Tirkiyeyê ji 30’yî zêdetir endamên Egîtîm-Senê girtî ne û got; “ Dîncer û Tayyîp Erdogan bi daxuyaniyên xwe Egîtîm Senê dikin hedef.” Yildiz berdewam kir; “Desthilatdarî bi pergala xwe ya ku dike jiyanê kê bibîne dike hedef. Niha sekreterê me yê giştî jî di navde gelek endamên me girtînge. Dozger ji endamên me pirsîbû û gotibû hûn çima tevli çalakiya li dijî 4+4+4 bûne. “