Amed sibê deriyên xwe ji sînemahezan re vedike

Amed sibê deriyên xwe ji sînemahezan re vedike

Komeleya Sînemakarên Rojhilata Navîn (OSAD) ji bo di qada sînemaya kurdî de xizmemetek baş pêş bixe û rê li pêş filmên nû yên kurdî veke sibê li Amedê deriyên xwe ji sînemahezan re vedike. Mîhrîcana ku ev çend meh in amadekariyên wê tên kirin, amadekarî bi dawî bû û sibê starta mîhrîcanê tê dayîn.

Komeleya Sînemakarên Rojhilatanavîn (OSAD), piştî Mîhrîcana Filmên Belgefilm a Film Amed dê Mîhrîcana Filman ên Amedê ya Navneteweyî li dar bixe. Mîhrîcana filman a Amedê bi gelek aliyên xwe ve ji mîhrîcanên dîtir ên Tirkiye û cîhanê vediqete. Di mîhrîcana Amedê de di warê xeletan de jî cudahiyeke erênî heye. Wekî mînak xelata ekolojiyê, xelata azadiya jinê, xelata dewlemendiya çandî û xelata naveroka civakî ya herî baş bê dayîn.

HEVPARÎ ESAS E

Di mîhrîcanê de berovajî feraseta pêşbirkê dê feraseta hevpariyê pêş bikeve. Mîhrîcana ku sibê dest pê dike dê heta 4’ê mijdarê bi film û panelên xwe ve rojên tije sînemapêşkêşî amediyan bike. Gelek derhênerên ku bi filmên xwe ve ji aliyê derdorên sînemayê ve tên naskirin û derhênerên ciwan serî li vê mîhrîcana ku yekem car e li dar dikeve xistine. Di pêşnirxandina jûrîiya mîhrîcanê de gelek film nehatin hilbijartin.

Di mîhrîcanê de dê filmên kin, dijrêj û belgefilm bên nirxandin. Di mîhrîcanê de dê filmên Bênder, Li Vir, Meş, Rêç, 10 Çirkê, Kirik Midyeler ji bo tevli mîhrîcanê bibin hatin hilbijartin. Di beşa filmê kin de One Shot, Qilm (Kesit), Land Of The Heroes, Xodika Reş, Peyarê (Sidewalk), Ali Ata Bak, Bê Bersiv, Toros Canavarı, Lorîna Kewên Mirî Kolanek Li Paş Malê Me dê bên nirxandin. Di beşa belgefilman de, Ez Firîyam Tu Ma Li Cih, Awazên Axê, Min Rastî Nivîsand, Anlat Bana, Helepçe, Masîwanen Bejîyê û rawestîn dê bên nirxandin.

JURÎ Û FILMÊN BALKÊŞ

Di mîhrîcanê de di qada mîhrîcana filmên navnetneweyî de endamên jûrî Mîkaîl Aslan, Ayşe Polat, Yuksel Yavuz, Rugeş Kirici, Mustafa Gundogdu, ji bo senaryoyê jî Ehmed Huseynî, Mizgîn Bîngol, Denîz Gunduz, Îlhan Bakir û Erol Balci cih digirin.

Di mîhrîcanê de filmên ku tevî Filmê Bin Zikerê yê Zekî Demîrkubuz, Meseleya Welat a Îsa Yildiz, Yek Momik Du Momik ê Jano Rosebian û gelek filmên din jî di navde dê 56 film bên pêşandan.

BERNAMEYA ÎRO

1’emîn Mîhrîcana Filman a Navneteweyî ya Amedê sibê saet di 13.00’an de li Eywana Sînemayê ya NAvenda Çand û Ciwanan a Cegerxwînê bi pêşandana filmên Punkt Manen, Tonight is Not a Nighfor Dying, Layd in meta, Bicycle û Phone Storyê dest pê dike.

Bername saet di 15.00’an de bi nîşandana filmê Işkencetî gorduk ku li Sînemaya Ewropayê tê nîşandan û bi belgefilma Sînema Amudê li Eywana Pirmebestî ya Cegerxwînê dê bidome. Saet di 16.00’an de li Navenda Çandê ya Dîcle Firatê belgefilma Dayê Dibê Aştî û saet di 17.00’an de jî i Sînemaya Ewropayê filmê bi navê Evcîlîk dê were pêşandan. Lê vekirina mîhrîcanê saet di 19.00’an de li Eywana Pêşandanê ya Cegerxwînê dê pêk were.