Amed bi stranên kurdî, lazî û hemşînî coşiya

Amed bi stranên kurdî, lazî û hemşînî coşiya

1'emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê ya bi slogana "Em bi deng û rengê hunerê ber bi azadiyê ve di meşin" tê lidarxistin stranên kurdî, tirkî, lazî û hemşînî di bin stêrkên yek ezmanî de gihiştin hev. Bi hezaran kesên tevlî mîhrîcanê bûn bi stranên gelan ên li Amedê dengvedan demên xwe jiyîn.

1'emîn Mîhrîcana Muzîkê ya Amedê ya ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, şaredariyên Yenîşehîr, Sur, Peyas û Rezanê ve tê organîzekirin di roja duyemîn de bi konserekê berdewam kir. Di konsera li Qada Batikentê stranên kurdî, tirkî, lazî û hemşînî hatin vegotin. Bi hezaran kesan qada konserê dagirt. Konserê bi rêzgirt û sloganan "Şehîd namirin" dest pê kir. Kesên qada konserê dagirtin piranî ciwan bûn û slogana "Şer şer şer ji bo azadi şer" berz kirin.

Di konserê de ewil Koma Newaf a kemençeyan a ji Nisêbînê hat derket ser dikê. Komê strana "Ez nexweşim" bi kemençeyan got û piştî deqeyên pêk ket de stranên govendê gotin û gires çoşand. Bi hezaran kesan bi kemençeyê govend girtin. Endamên komê jî li ser dikê hem kemençe lê dan û hem jî lîstin. Piştî koma kemençeyê ji bo mitînga Hewildana 78'an a li Amedê bi armanca "Bila Girtîgeha Amedê bibe Muzeya Mafên Mirovan" banga tevlîbûnê hate kirin.

'HEKE TECRÎD BIDOME DÊ ŞER BERDEWAM BIKE'

Hevseroka Rêxistina BDP'ê ya Amedê Zubyede Zumrut, diyar kir ku hemû hikûmetan got, "Em dê kurdan xelas bikin" lê 30 salin têkoşîna kurdan didome. Zumrut, anî ziman ku piştî hemû zextên li kurdan hatin kirin kurd hêj bêtir bi hêz bûn û rêxistinbûna xwe bihêz kirin û wiha got: "Hikûmeta AKP'ê dibê bi operasyonên siyasî û leşkerî 'Em dê xelas bikin' Zêdehî saleke li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tecrîd berdewam dike û hevdîtin tên astengkirin. Kurd dê wê tecrîdê bişkênin. Bila baş bizanin tecrîd berdewa bike dê şer jî berdewam bike. Kurd tecrîdê qebûl nakin. Heke bixwazin pirsgirêka kurd çareser bikin muhatab diyar e, muhatab Îmrali ye. Gelê kurd bi tecrîd û operasyonên siyasî û leşker xelas nebe. Têkoşîna me têkoşîna azadiyê ye."

Piştî axaftinê peyama girtiyên PKK û PJAK'î yên dest bi çalakiya gireva biçînbûnê kirin hate xwendin û demek dirêj girseyê peyam bi çepikan bersivand. Pişt re hunermend Renas Amed, bi strana "Em em Apoci" derket ser dikê û girse bi çoş xist. Bi tîrêjên lazerê nivîsa "Amed rêhevalên Rojê silav dike" Pişt re Koma Grava Rojê derket ser dikê stranên xwe gotin.

ZAROKÊN DERYAYA REŞ LI AMEDÊ BÛN

Pişt re Hunermendê ji Deryaya Reş Niyazî Koyuncu derket ser dikê û berî stranên xwe bêje Kazim Koyuncu bi bîrxist. Pişt re bi kemençe, tulum û gîtara bas demên xweş bi beşdarvanan dan jiyîn. Niyazî Koyuncu stranên lazî, hemşînî û tirkî gotin.

Herî dawî hunermend Seyda Perînçek derket ser dikê û stranên kurdî vegotin. Konserê heda dernegî şevê berdewam kir.