Amadekariyên 1’mîn Mîhrîcana Fîlm a Amedê dest pê kir

Amadekariyên 1’mîn Mîhrîcana Fîlm a Amedê dest pê kir

Amadekariyên 1’mîn Mîhrîcana Fîlm a Amedê dest pê kir Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn, di navbera 22-28’ê Cotmehê de dê 1’emîn Mîhrîcana Fîlmên Amedê pêk bîne.

Komeleya Akademiyê ji niha ve dest bi amadekariyên mîhrîcanê kir. Endamê Komeleya Akademiya Sînemaya Rojhilata Navîn Îbrahîm Yildirim, diyar kir ku ew beşdarî Mîhrîcana Belgefîlma Filmamedê jî bûn û wiha got: “Me dît ku bi tena serê xwe belgefîlm û sînema têr nakin. Ji ber vê yekê em li mihrîcanên alternatifên cuda geriyan. Piştî nîqaşan me biryar da ku em 1’emîn Mîhrîcana Filîmên Amedê ya Neteweyî û Navneteweyî pêk bînin.”

Yildirim, da zanîn ku dê pêşbirka belgefîlman ji berhemên navneteweyî, neteweyî, belgefîlmên kurt û dirêj kom bikin û wiha axivî: “Em sînemavanên kurd ji bo di rêça paradîgmayek civakî ya alternatîf de sînema û belgefîlman pêş bixin me dest bi vê xebatê kir. Rêgez û pîvanên me yên ji bo mîhrîcanê wiha ne: Sînema sektorek e aliyê wê yê madî û endustrî heye. Ji ber vê yekê mirov dikare behsa aliyê wê yê têkiliyên bi kapitalizmê re jî bike. Fîlmên ku têkevin pêşbirkê dê azadiya jinê, cudahiya çandê xelata ziman û raperîna gel esas bigire. Ji bo em van hasasiyetên civakê derxin pêş me ev wekî pîvan danîn ber xwe.”

‘KURDÎ ŞERT E’

Yildirim, da zanîn ku ew bi vê mîhrîcanê armanc dikin ku senaryoya kurdî û sînemavaniya kurdî pêş bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em dixwazin bi vê xebatê bi zimanê kurdî lêkolîn, nivîsandin û sînemayê pêş bixin. Em dixwazin sînemavaniya kurdî bi vî rengî têxin pratîkê. Şertê sereke kurdî ye.”