Albuma "Waweyl" derket

Albuma "Waweyl" derket

Albuma ji aliyê hunermendên NÇM'ê yên Mêrsînê ve hate amadekirin, ji KOM muzîkê derket; bi navê "Waweyl" ya "Albuma Şehîdan" derket. Albuma ji bo hunermendên Kurd yên li çiyayan û sirgûnan jiyana xwe ji dest dan û li kolanan hatin qetilkirin ji 10 berheman pêk tê.

Ji bo hunermendên di nav têkoşîna Kurdan ya 30 salên dawî de bi hêz xebat kirin û jiyana xwe ji dest dan ji bo bîranîna wan albuma bi navê "Waweyl" ya "Albuma Şehîdan" derket. 7 hunermendên NÇM'ê ya Mêrsînê 10 stran ji bo hunermendên weke Hozan Serhat, Alî Temel, Mîzgîn, Delîla Meyaser, Halîl Uysal, Yekta, Ronahî û gelek hunermendên din ên kurd ên jiyana xwe ji dest dan, dibêjin. Hunermend Onder Dilbirîn têkildarî mijarê de agahî dan û diyar kir ku wan bi albuma derxistin hunermendên ji bo gelê Kurd jiyana xwe ji dest dan bîranîn.

Dilbirîn, anî ziman ku di pevçûnekê de çaveke xwe li girtîgehê jî di çalakiya greva birçîbûnê de çavê xwe yên din winda kir. Dilbirîn, da zanîn ku bi albuma çêkirin rihê Hozan Serhatan û Delîlayan ji gelê Kurd re vanabêjin û wiha got: "Ew wijdan û dengê vî gelî bûn. Ji bo jiyanek bi rûmet jiyana xwe ji dest dan. Gelo kîjan stran dikare daxwaza Hozan Serhat û Delîlayê ya azadiyê ve bêje? Ji ber vê yekê hemû stranên tên çêkirin kêmas dibînin. Vê xebatê 2 salan berdewam kir. Em dê li gelek bajaran ji bo danisandina vê albumê konser resepsiyonan li dar bixin."

Di albumê de ji bo Sînemavan Halîl Uysal strana "Waweyl" cih digire û starên din jî "Xelilo", "Şehid namirin", "Êvare", "Bêje Mizgîn", "Hogiro", "Silav kin", "Hozan Serhed", "Sarya", "Jibir nabin" û "Mizgini" cih digirin.