835 zarok ji Dibistana Sporê ya Havînê feyde girt

835 zarok ji Dibistana Sporê ya Havînê feyde girt

Midûriya Sporê ya girêdayê Serokatiya Daîreya Xizmetên Civakî ya şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ku dibistanên Sporê yên Havînê ya Zaroka organîze kir jê 305 zarokên keç bi giştî 835 zarokî fêde girt.

Dibistana ku ji 15’ê hezîranê det pê kir bi vekirina dibistanan re di meha cotmehê de dê bi dawî bibe.Li dibistana Havînê ya Zarokan sporên wekî, futbol, basketbol, voleybol, tekvando, kişik û lîstikên gel pêk hatin.

Di van beşan de bi gitşî 835 zarok ku temenê wan di navbera 8-14’an de cih girtin. Her wiha zarokên jîr jî ji bo Kuluba Sporê ya Şaredariya Mezin hatin şandin. Li dbistana havînê 200 zarok di futbolê de, 200 basketbolê de, 110 voleybol, 150 tekvando, 100 santraç û 75 jî lîstikê gelerî de cih girtin. Her wiha 14 antrenoran perwerde da û zaroka li tesîsên Şilbê, salona sporê ya girtî ya şaredariya Baglarê, Sumerparqê xebat meşandin.