7. Festîvala Şano ya Êlihê diyarî berxwedêran hat kirin

Festîvala Şano ya ji aliyê Şaredariya Êlihê ve tê organîzekirin, destpê kir. Di roja destpêkê ya festîvalê de lîstika bi navê 'Siltanê Fîlan' a ku nîşan dide ti dîktator nikare serî li gelan bide tewandin, hat lîstin.

Festîvala Şano ya Şaredariya Êlihê bi dirûşma "Bi cewhereke berxwedêr re ber bi şanoya civakî ve' îro bi meşekê destpê kir. Meşa ji ber Navenda Çandê ya Mizgîn destpê kir, li pêşiya Sînema Yilmaz Guney bi dawî bû. Di meşê de Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Saadet Becerîklî, Cîgira Hevşaredarên Êlihê Hurriyet Kaytar, Alîkarên Hevşaredarên Êlihê Semra Guneş û Azadî Aksîn, bi sedan hunerhez û hunermendên şano amade bûn.

'EM DIYARÎ BERXWEDÊRÊN SÛR, CIZÎR Û SILOPIYAYÊ DIKIN'

Cîgira Hevşaredarên Êlihê Kaytar piştî meşê li Parka Ataturk daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Festîvala ku em îsal cara heftemîn lidar dixin, îsal ji festîvalên salên bihurî cudatir û bêhtir watedar e. Watedarbûyîna wê jî; îsal diyarî berxwedêran hatiye kirin. Em festîvala xwe îsal diyarî berxwedêrên Sûr, Cizîr û Silopiyayê dikin."

Parlamentera HDP'ê ya Êlihê Becerîklî jî got, "Tevî hemû zextan, girtina ji wezîfeyê û bêderfetiyan jî, Şaredariya Êlihê 7. Festîvala Şano lidar dixe. Ez spasiya Şaredariyê û her kesên di vê oxirê de ked dane, dikim."

Li dû axaftinan, lîstika yek kesî ya endamê Civata Şano ya 'Dûvara Karşi' Vedat Kûşkû ve hat amadekirin û pêşandana Pandomîm a Îlker Kiliçer hat nîşandan. 

ROJA DESTPÊKÊ BI LÎSTINA 'SILTANÊ FÎLAN' QEDIYA

Di festîvalê de Şanoya Bajêr a Êlihê lîstika bi navê 'Siltanê Fîlan' pêşkêş kir. Lîstika ji ber ji romana 'Fîller Sûltani' ya Yaşar Kemal ji aliyê Çetoyê Zêdo ve hat amadekirin, qala serînetewandina gelan a li pêşberî dîktatoran dike.