7’emîn Mihrîcana SîneMardîn a Mêrdînê dest pê kir

7’emîn Mihrîcana SîneMardîn a Mêrdînê dest pê kir

7'emîn Mîhrîcana Fîlmên Navneteweyî ya SîneMardînê ya ji aliyê Komeleya Ofîsiyê ya Fîlman a Mêrdînê ve tê organîzekirin şevê din li Otel Hîltonê bi merasîmekê dest pê kir. Di mîhrîcana par de SîneMardînê Derhêner Bahman Ghobadî mêvan kir û îsalî ji Derhêner Majîd Majîdî yê Îranî mêvan dike. Fîlmên Majîdî ên "Serçelerîn Sesî", "Cennetîn Çocuklari" û "Baran" bi heskerên sînemayê yên Mêrdînê re li hev civiyan.

Seroka mîhrîcanê Helun Firat, diyar kir ku armanca mîhrîcanê ew e ku li Mêrdînê binesaziya sînemayê pêk bînin û li qada navneteweyî bidin nasîn.

Firat, anî ziman ku ji bo piştgiriyê bidin sînemavanên ciwan dê gelek tiştên girîn îsal pêk bînin û wiha got: "Em ê mîhrîcanê de gelek fîlmên derhênerên nav û dêr bi mêrdîniyan re pêşkêşê bikin. Di mîhrîcanê de yekemîn can ra îsal em dê du beşan da pêşbirikê li dar bixin. Pêşbirka di kurtefîlm û belgefîlman de pêk bê dîsa dê bi dengên gelê Mêrdînê bê diyar kirin."

Piştî axaftinê ji mêvanê rumetê Nivîskar Murathan Mungan re xelatê rûmetê hate dayîn. Mungan, diyar kir ku di jiyana xwe de gelek caran xelat girtin lê ev xelat di jiyana wî de cihek girîng digire û wiha got: "Ez weke zarokeke Mêrdînê vî xelatî digirim. Bajarekî ewqas xwedî asîmaneke xweşik êdî sînamayeke havînê heqnake?" Piştî merasîmê xelat ji kesên ewil sînema anîn Mêrdînê.

SîneMardîn, wekî her salan dê ji bo ciwan û zarokan bernameyek gerok a taybet pêşkêş bike. SîneMardîn û Ofîsiya Film a Mêrdînê bi hev re dê ev yek pêk bê û sînemevanên ciwan dikarin bi projeyên xwe serlêdanê bikin. Serlêdan dê heta 31'ê kanuna 2012'yan berdewam bikin.