4’emîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê dest pê kir

4’emîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê dest pê kir

4'emîn Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê ku dê du roj bidome dest pê kir. Serokê Kongreyê Doç. Dr. Mehmet Dursun balkişand ser girîngiya axaftina bi kurdî û got: "Li cîhanê nêzîkî 50 milyon mirov bi kurdî diaxivin. Ev hejmar beranberî şêniya 50 dewletên serbixwe dike."

4'emîn Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê li Navenda Çand û Hunera Cegerxwîn dest pê kir. Li salona kongreyê ku di nava wan de bijîşk, karmendên tenduristiyê yên ji Herêma Federal a Kurdistanê, Ewrupa, Tirkiye û heremê beşdarê kongreyê bûn.

Li salona kongreyê ku bi zaravayên kurmancî, soranî, zazakî (zaravayên kurdî), îngilizî û tirkî "Hûn bi xêr hatin 4. Kongreya Tipê ya Mezopotamyayê" hate daliqandin. Axaftina vekirinê ya kongreyê ji hêla Serokê kongreyê Doç. Dr. Mehmet Dursun ve hate kirin.

Dursun, di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya zimanê kurdî û diyar kir ku li dinyayê nêzîkî 50 milyon mirov bi zimanê kurdî diaxivin. Dursun, da zanîn ku ev hejmar beranberî nifûsa 50 dewletên serbixwe dike. Dursun, anî ziman ku li gorî hêza xwe jî zimanê kurdî di nava bi hezaran zimanî de dikeve rêza 40'î. Dursun, diyar kir ku di hemû kongreyên berê de mijareke wan yê serek hebû, di vê kongreyê de jî mijara wan a sereke zarok in. Dursun, derbirî ku ew zarokên ku di vê erdnigariyê de jiyaneke xweş nebû para wan, ew zarokên ku jiyana wan ji wan hatiye standin. Dursun, derbarê kongreyê de jî ev agahî da: "Di vê kongreyê de nêzî 60 kes wekî axaftvan, bi giştî ji 70'yî jortir bijîşk dê cih bigirin.

Axşaftinên ku dê kongreyê de bên kirin, dê ji sedî 80 bi kurdî bin. Bi zimanê tirkî û îngilîzî jî dê pêşkêşî hebin. Di organîzasyona îsal de me navê xebata xwe guhert. di her sê xebatên borî de, navê "Rojên Tibê Yên Mezopatamyayê" hatibû bikaranîn. Me dît ku ev nav têrî me nake û em her ku diçin mezin dibin, bi vê mebestê me navê vê xebata xwe kir "Kongreya Tibê ya Mezopotamyayê."

'JI BO BÎRANÎNA HELEPÇEYÊ KONGREYA 5'EMÎN DÊ LI SILÊMANÎ PÊK BÊ'

Piştî axaftina vekirinê Şaredarê berê ku 35 sal şaredariya Hannoverê kir Dr. Herbert Schmalsteg axaftinê kir. Schmalsteg ku bi zimanê almanî axivî Prof. Dr. Huseyîn Bektaş tercumeyê kurdî kir. Schmalsteg, diyar kir ku ew dixwazin kongreya 5'emîn a 2013'an li Silêmanî pêk bînin û wiha got: "Em dê kongreya xwe bigihînin salvegera Komkujiya Helepçeyê. Ji ber ku felaketên wekê Hîroşîmayê di cîhanê de tê zanîn. Lê Komkujiya Helepçê zêde nayê zanîn. Ji bo ku em bal bikşînin ser komkujiyê em dê salekê din çalakiyên girseyî jî pêk bînin. Em dê Komkujiya Helepçeyê bixin rojevê."

Piştî axaftinê zarokekê bi kinc û berê heremî derket ser dikê û Peymana Mafê Zarokan bi kurdî xwend.