3'mîn Mîhrîcana Çand û Çiyayê Cîlo bi meşê destpê kir

3'mîn Mîhrîcana Çand û Çiyayê Cîlo bi meşê destpê kir

Li Parka Avaşîn ya navçeya Gevera Colemêrgê 3'emîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Cîlo destpê kir. Mîhrîcanê bi hişyariya “Huner lêgerîna Heqîqetê ye" û meşê destpê kir. Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên gêrîlayên HPG’ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin.

Şaredariya Geverê bi hişyariya “Huner lêgerîha heqîqetê ye" 3'emîn Mîhrîcana Çandê û Çiyayê Cîlo li Parka Avaşinê ya Çandê bi meşê destpê kir. Girseya ku li Parka Avaşînê kom bûn, heta Parka Musa Anter meşiyan. Di meşê de beşdarên meşê cilên neteweyî li xwe kirin û dîmenên rengîn ava kirin. Parlementerên BDP'ê Rêveberên BDP'ê û şaredarên BDP'î jî di nava meşê de cih girtin. Meş li Parka Musa Anter bi dawî bû.

Di meşê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û posterên gêrîlayên HPG’ê yên di şer de jiyana xwe ji dest dane hatin vekirin. Girseyê di meşê de bê navber dirûşmeyên “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe” berz kir. Di meşê de Endama Înîsiyatifa Dayîkên Aştiyê Hayriye Korkmaz axivî û diyar kir ku, dewleta tirk bi salane li ser çanda kurdan polîtîkayên bişaftinê dimeşîne. Korkmaz bang li Serokwezîr Erdogan kir û xwest têkoşîna têkoşerên kurdan bibîne.

Piştî girse gihişt Parka Musa Anter bi def û zurneyan govend gerandin.