3’emîn hejmara 'Dîroka Kurdan' derket

3’emîn hejmara 'Dîroka Kurdan' derket

Kovara Kurt Tarîhî (Dîroka Kurdan) a ku bi dirûşima "Kurd û Dîrok, Dîrok û Kurd Digihin hev" derket. Kovar bi manşeta "Li Helebê Xanedanake Kurd" derket û di kovarê de Kurdên Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê de çar nivîs û hevpeyvînek heye.

Nivîsa Vecdî Demîr a li ser xanedanê, şopên Kurdan ên di dîroka Sûriyeyê de bi awayeke xurt tîne bîra mirov. Sever Işik jî bi nivîsa xwe ya li ser Tevgera Murîdan, hema bêje tiştek hu heta niha nehatiye zanîn, ronî dike. Jordi Tejel jî der barê siayseta Kurdan a vê demê li Sûriyeyê de û rewşa Rojavayê Kurdistanê, li wir çi diqewimine, agahiyên berfireh dide. Hevpeyvîna Seda Altug jî ku yek ji endamên weqfên zanîstên civakî yên li ser Sûriyeyê dixebitin, heye. Altug di hevpeyvîna xwe de rewşa Kurdan û dahatûya wan Kurdan analîz dike û gelek nivîsên din ên dîrokî di kovarê de cih digirin.