20’emîn Mihrîcana Navneteweyî ya Kurdan li Mannheimê ye

20’emîn Mihrîcana Navneteweyî ya Kurdan li Mannheimê ye

Kurdên li Ewropayê dijîn, 20’emîn Mihrîcana Navneteweyî ya Çandê ya ku her sal li Ewropayê li dar dixin, dê bajarê Almanya Mannheimê li dar bixin. Mihrîcana navneteweyî ya Kurdan dê 8’ê Îlonê roja şemiyê bi dirûşima “Ji Ocalan re Azadî- Ji Kurdistanê re Statuya” pêk bê. Di nava vexwendiyên mihrîcanê de Hevserokê BDP’ê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm Muhemed jî hene.

Federasyona Komeleyên Kurd ên li Almanya (YEK-KOM) ji bo 20’emîn Mihrîcana Navneteweyî ya Çandê ku dê îsal bê lidarxistin dest bi amadekariyan kir. Mihrîcan dê li bajarê Mannheim ê li başûrê Almanyayê bê lidarxistin. Tevî Almanya, dê Kurd ji hemû welatên Ewropayê beşdarî mihrîcanê bibin. Tê payîn ku mihrîcan bi coşeke mezin derbaba bibe.

Komîteya Amadekar a Mihrîcanê ya YEK-KOM’ê di daxuyaniya da de got; “Kurdên li hemberî polîtîkayên înkar û îmhayê yên li hemberî xwe bedelên mezin dane, li her derê têkoşîna xwe ya azadiya didomînin. Mînana vê ya herî berçav ew e ku Kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê ji bo bidestxistina statuya xwe û avakirina xwe xweseriya xwe têdikoşin.”

Komîteyê bal kişand ser kampanyaya “Bila Nasnameya Kurdan li Almanyayê bê Nasîn” û diyar kirin ku ew dixwazin ev mihrîcan bibe wesîleya naskirina nasnameya Kurdan. Komîteyê got; “Em dixwazin di vê mihrîcana xwe ya ku bûye kevneşopiyekê de dirûşima “Ji Ocalan re Azadî-Ji Kurdistanê re Statu” bi dengek bilind biqîrin."

'AMADEKARÎ LI BER QEDANDINÊ NE'

Komîteya Amadekar ragihand ku hemû amadekariyên mihrîcanê li ber qedandinê ne û ragihand ku dê di serî ji Kurdistan û Ewropayê dê gelek mêvan weke axaftvan û hunermendê Kurd beşdarî mihrîcanê bibin. Komîteyê ragihand ku tevî nunerên Kurdan ên li Ewropayê, dê Hevserokê BDPê Selahattîn Demîrtaş û Hevserokê PYD’ê Salih Muslîm Muhemed jî bêne vexwendin.

Di bernameya çandî ya mihrîcanê de ev nav hene: Koma Berxwedan, Servet Kocakaya, Çopî , Şengul, Ali Mansur, Grup Baran, Koma Erbanê, Koma Teq û Req. Komên folklorê dê derbikevin ser dikê û dê sînevîzyon bêne nîşandan.

Komîteya Amadekar a YEK-KOM’ê ragihand ku dê 20’emîn Mihrîcana Navneteweyî ya Çanda Kurdan dê bibe nav û nîşana hevdîtina gelê Kurd ê ku digihe azadiyê û got; “Ji ber vê jî, em bang li hemû gelê Kurd ê li Ewropayê dijî û hemû dostên wan ku di 8’ê Îlona 2012 de li bajarê Mannheimê bin û em bi hev re dengê xwe bilind bikin.

Mihrîcan li vê navnîşanê pêk tê: Mannheimer Maimarktgelände, Xavier-Fuhr-Str. 101, 68163 Mannheim