1’emîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê bi coş didome

1’emîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê bi coş didome

1’emîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê di 5’emîn roja xwe de bi bernameyek dewlemend dewam kir. Di bermaneya îro de Hozan Comert û Dengê Êzîtxan jî di nav de gelek hunermend derketin pêşberî gelê Amedê.

1’emîn Mîhrîcana Mûzîkê ya Amedê ku ji aliyê Şaredariyên Bajarê Mezin a Amedê, Peyas, Sûr, Yenîşehîr û Rezan ve tê lidarxistin di 5’emîn roja xwe de bi coş berdewam kir. Di bernemeya duh de, di çarçoveya Çalakiya Hêvanê de Dengê Êzîdxan û Ûdî Yervand li Navenda Çand û Hunerê ya Cegerxwîn konserek dan. Mûzîkhezên tevli çalakiyê bûn bi taybet li gel mûzîka otantîk a Dengê Êzîdxan ji xwe çûn. Piştî Dengê Êzîdxan, Ûdî Yervand derket ser dikê û stranên xwe pêşkeş kir.

Di saetên êvar de vê car gelê Amedê Qada Deriyê Çiyê ji bo konserê tije kir. Piştî ku li qadê cih nema û tije bû ji rêzê ve Koroya Jinan, Koma Bajar, Hunermend Zelê Melê, Hunermend Yaşar Kurt û Hozan Comert derketin ser dikê. Gelê ku qad tîje kiribûn bi stranên dimilî, kurmancî û tirkî coşiyan. Dema ku Hozan derket ser dikê coşa gel derket asta herî bilind. Gelê tevli konserê bû li gel stranên Comert durûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd namirin’ berz kir.

Di vê navberê de dema konser dihat lidarxistin ciwanek ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Sedema binçavkirina ciwanê ku nasnameya wî nehat hînbûn nehat zanîn.