Sadir dikare di demeke kin bigihêje encamê?

Gelo hilbijartinek pêşwext bê kirin, wê dîsa li gorî heman rengê berê ya bazneyî be? Gelo alî li ser vê li hev dikin an na. Rewşek mîna ya niha derkeve holê wê çi alternatîf hebe?

Alozî û rageşiya li Iraqê li gorî qonaxan geş û gur dibe. Ji ber alozî û xitimîna siyasî li Iraqê sala 2021’ê daketibûn qadan û bi taybetî qada Tehrîr bûbû navenda herî girîng a xwepêşandanan. Xwepêşanderan daxwaza xizmetgûzarî û hilbijartineke pêşwext a ji bo çareseriya rewşa xitimî dikirin.

Li ser vê yekê hilbijartina pêşwext 10’ê Cotmeha 2021’ê pêk hat. Her çendî daxwazên gel jî bû, lê dema li encama dinêrin rêjeya pêwîst a gel neçûn ser sindoqan û bawerî bi vê yekê neanîn. Tevî vê jî hilbijartina pêşwext bi encam bû û ji bo hikûmeteke nû deriyê parlamentê hate vekirin.

Her çendî Tevgera Sadir yek ji bloka herî zêde di hilbijartinê de deng girtibe jî, lê di mijara avakirina hikûmetê de nekarî rêjeya zêde ya parlementeran bide aliyê xwe û hikûmeteke yek alî ava bike. Hewldên avakirina hikûmetê 9 meh in bê navber didome. Lîderê Tevgera Sadir Mûqteda El Sadir ê li gel hikûmeta piranî yek alî be, çi kir nekir nekarî xwe bigihîne vê yekê. Ji bo serokkomariyê li gel PDK’ê her çendî li yek kir, lê di nava xwe mala Şîa de nekarî bigihêje encamê.

Li ser vê yekê Sadir parlamenterên xwe ji Parlamenta Iraqê vekişiya. Civîna Parlamentê cihên parlementeran hatin dagirtin û lêgerîna hikûmetê cihê mayî dewam kir. Lê li vir jî girêkor zehf bûn û astengî pir bûn. Astenga herî mezin a li pêşiya neavabûna hikûmetê aliyên Kurdî li ser Serokkomariyê li hev nakin. 

Di rewşek wiha de krîza siyasî her çû kûr bû û giha rewşa ku ji nav neyê derketin. Herî dawî li ser namzetiya Mihemed Şiye El Sûdanî ya ji bo Serokwezîrtiyê bû sedema ku Sadir bang li aliyên xwe bike û bikevin herêma Kesk û avahiya Parlementoya Iraqê. 

Li ser vê 27’ê Tîrmehê cara ewilê alîgirên Sadir ketin avahiya Parlamentê û piştre vekişiyan. Piştî wê 30’ê Tîrmehê careke din alîgirên Sadir li qada Tehrîr kom bûn û ber bi Herêma Kesk ve xwestin biçin. Xwepêşanderan bendên beton şikandin û li erdê dan, ketin herêma Kesk. Piştî demekê û şûnde dîsa ketin avahiya parlamentoyê.

Ev yek rê li ber geşkirina aloziyan kir. Alîgirên Sadir ên ketin avahiyê dîmenên pir balkêş li avahiyê nîşan dan û ev jî aliyekê bû sedem ku vîna gel a tê temsîlkirin bê rêzî li ber bê kirin. Parlament avahiya ku vîna hemû pêkhate û neteweyan temsîl dike. Li gel van dîmenên balkêş jî, hêzên ewlekariyê piştre ketin herêmê û di warê ewlekariyê de tedbîr girtin. Dîsa Nûrî Malikî dest da çekê. Dîsa jî bang li aliyê xwe kir ku li herêma Kesk li dijî alîgirên Sadir bikevin xwepêşandanê. Ev yek eger pêşî nehatiba girtin dibe şer di navbera aliyan de rû bidaba û rê li ber rijandina xwînê bihata vekirin û wê demê wê aloziyên pir kûr bibûn. 

Li ser vê yekê bi navbeynkariya aliyan Çarçoveya Hemahengî Serokê Hevpeymaniya Fatih Hadî Amirî ji bo hevdîtina li gel Tevgera Sedr û hêzên din erkdar kir. Di encama vê lihevcivîn û rûniştina de Sadir bang li alîgirên xwe kir ku ji herêma Kesk vekişandin qonaxa yekem a çalakiya wan bi ser ket û vê yekê weke ‘şoreş’ pênase kir. Xwepêşander li dorî herêma Kesk çalakiyên xwe didomîne. 

Herî dawî Sadir peyamek da û daxwaza betalkirina Parlamentê û hilbijartina pêşwext kir. Li ser vê yekê Serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî jî peyamek belav kir û diyar kir ku ew jî amade ye ji bo guftugoyê.

Li vir mijara esas nû destpê dike, ji bo hilbijartineke pêşwest û ji nû ve rêktetina parlamentê û biryarên nû derbarê yasaya hilbijartinê bê kirin e.

Gelo hilbijartinek pêşwext bê kirin, wê dîsa li gorî heman rengê berê ya bazneyî be? Gelo alî li ser vê li hev dikin an na. Rewşek mîna ya niha derkeve holê wê çi alternatîf hebe, hê nediyar in. Ji ber ku Çarçoveya Hemahengî û hinek aliyê din yasaya hilbijartina berê qebûl nakin û dibêjin heqê me hatiye xwarin. Ji bo guherîna vê yasaya hilbijartinê divê parlament bicive û bigihêje biryarekê. 

Ji bo guherîna yasaya hilbijartinê pêwîstî bi wexteke zêde heye ku nîqaş li ser bê kirin, lihevkirin pêk were ku bikare bê guherîn. Me ferz kir ev yek pêk hat, divê Parlament û dîsa Serokkomar erê bike û heta bikeve meriyetê. Halê hazir Sadir daxwaza betalkirina parlamentê dike. Li aliyê din ji bo temamî erêkirinê divê Serokkomar bipejirîne, hê li ser serokkomariyê şer e, li hev nehatiyekirin. Ev aliyek.

Li aliyê din yan divê alî li hev bicivin komîsyonek ji bo guherîna destûra hilbijartinê bê diyarkirin. Ji bo vê jî pêwîstî bi demê heye. Ji xwe neyê qebûlkirin ev rewş hê girantir dibe û zêdetir pêwîstî bi dem heye ku rêbazek din bê diyarkirin. 

Em bêjin lihevkirin di her halî de pêk hat. Ê ji bo vê bûdceyek lazim e. Ji bo kar ji bo hilbijartin û dîsa komîsyon be yan jî her çi rengî be. Ji serokwezîr daxwaza bûdce tê kirin. Ji ber hikûmet nehatiye avakirin xerciya welat nehatiye diyarkirin a salane. Ev bi serê xwe mijareke.

Lîste bên nûkirin, navên kesên nû tevlî hilbijartinê bibe, her wiha kesên di vê pêvajoyê de jiyana xwe ji dest dane û gelek xal û mijarên din ên ji bo hilbijartinê hene. 

Her wiha li vir Herêma Kurdistanê jî heye, wê rewşa wê çawa be? Bi çi rengî ji van guherînan bandor bibe û bikeve rewşek çawa heye. Wê ziyanek çawa bide Kurdan û Kurd wê bi çi rengî tevlî vê hilbijartinê bibe? Encama derkeve wê çiqasî bi dilê Kurdan be. 

Bi kurt û kurmancî gelek alozî û rêyên nediyar li ber Iraqê û derbaskirina ji vê rewşê heye. Bi kêmî wê 6 meh ji bo derbaskirina vê rewşê derbas bibe. Ew jî gelo wê encam derkeve yan ne. 

Di rewşeke wiha ku hikûmetek li holê nebe, ev çawa birêve biçe? Yan wê hikûmeta karbirêker, Serokkomar, Serokwezîr, Serokê Parlamentê li gel çend wezaretên mîna Xizmetguzarî, Tenduristî û Perwerde karê xwe bikin, weke din temamî betal dibe. 

Ev aliyê navxwe ye, baş e; di rewşeke wiha de ku bandora aliyên derve çawa be. Mudaxeleyên welatên cîran di çi astê de bin. Ew ê çiqasî li gel kûrkirina aloziyan be yan çareseriyê be. 

Bandora Şerê Rûsya, Ûkranya, şerê Çîn û Tawan, her wiha nakokiyên Îran û DYE ya li ser Iraqê ev hemû bi serê xwe bandorên pir mezin li Iraqê dike. Hem siyasî û hem jî rêveberiyê. 

Li aliyê din şerê Tirkiye ya bi hincetên vala li ser herêma Kurdistan û serweriya xaka Iraqê heye. Tirkiye dixwaze di serî de Başûr û dîsa derfet bibîne beşek mezin Iraqê jî dagir bike. Ji xwe çavdayîna wan a Kerkûk û Mûsilê tim di rojevê de ye. 

Dama mirov li vê rewşê dinêre, ne mimkûne ku daxwazên Sadir dike di demek kin de bi encam bibe û bikare guherînên dixwaze di serî de li nava hikûmetê û Iraqê pêk were.