Konsepta kevn a li ser Şengalê hatiye nûkirin

Divê were pirsîn, gelo hikumeta Sûdanî ji bo bicihanîna Peymana 9'ê Cotmehê bi DYE û Elmanyayê re li hev kiriye yan na. Bûyerên ku diqewimin işaretê bi lihevkirineke bi vî rengî dikin.

Li Iraqê trafîka dîplomasiyê du mehên dawî zêde bûye. Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) beriya bi çend mehan li gel rayedarên Hikumeta Herêmî ya Kurdistanê re hin hevdîtin kir. Van hefteyên dawî jî hevdîtinên xwe yên li gel hikumeta navendî zêde kiriye. Lê belê ji van wêdetir, liv û tevgera dîplomatîk a Nûnerê Neteeyên Yekbûyî, hin dewletên Ewropayê bi taybetî jî Elmanya ya li Iraqê balê dikişîne. Bi taybetî liv û tevgera rayedarên elmanyayê yên li Şengalê û hin herêmên cuda yên Iraqê têkildarî bûyerên gengaz ên li Iraq û Şengalê hin işaretan radixe pêş çavan.

Weke ku her kes pê zane, hikumeta Sûdanî nêzî Îranê ye. Ji ber vê yekê jî pêvajoya avabûna hikumetê bi rageşî û nakokiyên dijwar ên navxweyî derbas bû. Hikumeta nû nêzîkbûna xwe ya li Îranê ti carî înkar nekir. Înkarkirin li aliyekî, bi hikumeta nû re personelên nêzî Îranê li saziyên stratejîk ên dewletê bi taybetî jî li îstîxbaratê hatin bicihkirin. Lewma bandora Îranê ya li nava dewletê zêde bûye.

Li hemberî vê yekê jî hewldanên DYE'yê yên ji bo bandor û kontrolkirina hikumeta Sûdanî û partiyên din ên pêkhateyên hikumetê, mehên dawî zêde bûne. DYE bi vê wesîleyê dixwaze bandora Îranê ya li ser Iraqê kêm bike û eger karibe, hingî qada Iraqê li dijî Îranê weke eniyeke bi bandor bi kar bîne.

Danûstandinên dîplomatîk ên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî (NY) Gûterres û rayedarên Elmanyayê yên li Iraqê, nabe ku ji van hewldanên DYE'yê cuda bêne nirxandin. Mirov nikare bibêje ku dewletên Ewropayê û DYE li ser heman armancê bi temamî bûne yek, lê belê di mijara astengkirina bandora Îranê ya li Iraqê û tevahiya Rojhilata Navîn de nêzî hev disekinin.

Di dema pêş de wê diyar bibe ku Îran an jî DYE wê li Iraqê bi bandor bibe. Zehmet e ku ji niha ve tiştek li ser vê mijarê bê gotin. Lê belê têkoşîna van ehrdu hêzan a ji bo serketinê wê bandoreke çawa li Şengalê bike; ev yek mijareke hêjayî baldariyê ye.

Hem daxuyaniyên Nûnerê Neteweyên Yekbûyî, hem hevdîtinên Elmanyayê yên li Şengal û Laleşê, hem jî êrîşên li ser Êzidiyan ên li Şengalê û helwest an jî bêhelwestiya hikumeta Iraqê ya li hemberî van êrîşan, têkildarî konsepta kevn a li ser Şengalê, ku tê nûkirin, hin daneyên girîng pêşkêş dikin. Em bûyer û daxuyaniyên di nava du mehên dawî de ketin rojevê bi kurtasî bînin bîra xwe.

27'ê Sibatê ji fermandarên YBŞ'ê Pîr Çeko û Agir Cefrî di encama êrîşa balafira bêmirov a bi çek a dewleta Tirk de şehîd bûn. Piştî du rojan vê carê wesayita Şerzat Şemo hate teqandin ku endamê Rêveberiya Asayîşa Êzidxanê bû. Rojek, du roj beriya van êrîşan Gûterres bi rayedarên PDK'ê re rûniştibû û diyar kiribû ku divê Peymana 9'ê Cotmehê bi cih were anîn. Êrîş heman piştî vê hevdîtin û daxuyaniyê hatin kirin. Gelo rasthatin e yan na, nayê zanîn.

Piştî êrîşan hin rayedarên payebilind ên Elmanyayê serdana Şengalê kirin û ji bilî rêveberiya xweseriya demokratîk bi hin kesan re hevdîtin kirin. Ev rayedarên Elman madem diçin cografyeyeke birîndar a mîna Şengalê gelo çima bi rayedarên Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku rêveberiya herî rewa ya li Şengalê ye, yan jî bi rayedarên dewletê yên fermî yên li Şengalê re hevdîtinan nakin. Ev balkêş e. Baş e bi kê re hevdîtin kirine, diyar e herhal wê piştre eşkere bibe. Piştî van hevdîtinên balkêş ên li Şengalê, heyetek ji artêşa Elman hefteya derbasbûyî li Laleşê bi hin hêzên leşkerî re hevdîtin kir. Weke ku tê zanîn hêzên leşkerî yên li Laleşê bi ser hêzên pêşmerge yên PDK'ê ve ne.

Van bûyeran Peymana 9'ê Cotmehê careke din xistin rojevê. Lê belê ya ku diyar dibe ew e ku di mijara Şengalê de dibe ku Elmanyayê înîsiyatîf wergirtibe yan jî înîsiyatîfeke bi vî rengî ji Elmanyayê re hatibe dayin. Eger ev înîsiyatîf ji Elmanyayê re hatibe dayin, xuya ye ku hikumeta Sûdanî jî ji vê rewşê zêde aciz nîne. Hem li hemberî vê liv û tevgera Elmanyayê hem jî li pêşberî daxuyaniyên ji bo bicihanîna Peymana 9'ê Cotmehê bêdeng dimîne. Hikumeta Sûdanî gelek ji peymanên hikumeta beriya xwe ya Kazimî mohr kiribû betal kiribû, lê belê têkildarî betalkirina Peymana 9'ê Cotmehê ti gotin negotibû. Wê demê divê were pirsîn; gelo ji bo bicihanîna Peymana 9'ê Cotmehê hikumeta Sûdanî bi DYE û Elmanyayê re li hev kiriye yan na? Bûyerên ku di vê mijarê de diqewimin nîşan didin ku dibe ku li hev kiribin.

Yên ku li bendê ne bi hikumeta nû re li Iraqê wê aramî çêbibe, dibe ku xwe şaş bikin. Bûyerên diqewimin vê yekê nîşan didin. Ji ber ku rewşa tevlîhev a li Iraqê bi rêveberiyên pînekirî çareser nabe. Di nava 20 salên dawî de diviyabû ev yek bihata dîtin.

Pirsgirêk tenê bi polîtîkayên bi mejiyê neteweya demokratîk dikarin bêne çareserkirin. Lê belê hem DYE û alîgirên wê hem jî Îran û hikumeta nêzî wê hewl didin ku Iraqê bikin qadeke textê ceribandinê, ev jî dibe ku Iraqê di demeke kurt de bixe nava şerekî giran.

Rêveberiya xweseriya demokratîk a li Şengalê ne tenê ji bo Şengalê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li tevahiya Iraqê ya bi rêbazên demokratîk, firsendeke mezin e. Ev firsend hîn ji dest neçûye. Bi taybetî hêvî û bendewarî hîn hene ku hikumeta Iraqê nekeve xefika emperyalîst û li be bayê gefên PDK û dewleta Tirk nekeve. Di rewşeke berevajî de Êzidiyan ragihandin ku eger hewl bidin Peymana 9'ê Cotmehê li ser Şengalê ferz bikin, wê li dijî vê yekê li ber xwe bidin. Ji xwe ev peyman jî weke fermaneke nû pênase kirin. Divê hikumeta Iraqê birînên nû li nava civaka Êzidî der neke.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA