'Kîmyasal Tayyîp tewişî ye; divê hesab jê bê pirsîn'

Divê mirov kolanan bi rabûna li ber êrişên bi çekên kîmyewî û dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê bihejînin. Rêveberiya Tayyîp Erdogan tewişî ye û nema dikare bi rê ve bibe. Lewma divê mirov îstifaya vê rêveberiyê bixwaze û ji bo vê jî zextê lê bike.

Rojeva siyasetî ewqasî zêde ye ku mirov nizane ji kîjanê dest pê bike.

Gelo em li ser biryara DYE'yê ya têkildarî Tirkiyeyê binivîsînin, yan li ser serdana Tayyîp Erdogan a li Rûsyayê ya neyê jibîrkirin, ya jî li ser helwesta qewirandina sefîrên bilind ji Tirkiyeyê yên têkildarî Osman Kavala daxuyanî dan, yan li ser êrişên leşkerî yên her roj li ser Rojava tênekirin rawestin, qala tevlîkirina desthilatdariya AKP-MHP'ê li lîsteya gewr a pereyên reş, yan jî têkçûna li hemberî gerîla û serberjêrbûna AKP-MHP'ê ya di encama vê krîzê de şîrove bikin? Bi rastî jî hilbijartinek ji van mijaran zehmet e.

Em li ser bikaranîna çekên kîmyewî ji aliyê artêşa Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rawestin û rewşa hesabpirsîna ji Kîmyasal Tayyîp di rojevê de bihêlin.

Di salên 1990'î de gelek caran ketibû rojevê û hatibû nîqaşkirin ku dewleta Tirk çekên kîmyewî bi kar aniye.

Lê belê bi taybetî piştî 23'ê Nîsana 2021'ê û pê ve bikaranîna çekên kîmyewî li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê gelekî kete rojevê.

Destpêkê nûçegihanên ji qadên berxwedanê yên gerîla nûçe derbas dikin, ev îdîa anîn ziman û hin belge nîşan dan. Piştre jî hin gerîlayên ku ji êrişa bi çekên kîmyewî rizgar bûn agahiyên şênber di vê mijarê de dan. Ev agahî bûn delîlên şênber.

Herî dawî Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG'ê di vê mijarê de raya giştî ya hundir û derve bi berfirehî agahdar kir.

Ev mijar êdî zelal bûye: Faşîzma AKP-MHP'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê çekên kîmyewî bi kar tîne.

Ev çekên parçe bi parçe têne bi kar anîn bi giranî li dijî gerîla jî bin, heta astekê bandorê li xelkê sivîl jî dike.

Bi taybetî piştî têkçûna li Garê ya meha Sibatê, ji ber ku di êrişên li ser Metîna, Zap û Avaşînê de jî bi ser neket û planên hatin kirin li hemberî berxwedana gerîla têk çûn, Rêveberiya Tayyîp Erdogan hîn bêhtir giranî da ser bikaranîna çekên kîmyewî.

Bi vî rengî dixwaze pêşî li hilweşîna xwe bigire û desthilatdariya xwe dewam bike. Yanî tişta ku Saddam li Helebçeyê kir, îro jî Tayyîp li Metîna, Zap û Avaşînê dike.

Ji ber ku em ne hiqûqnas in, nikarin kiryarên heyî ji aliyê hiqûqî ve binirxînin. Lê belê em bi şer re mijûl dibin û em zanin ku hiqûqeke şer jî heye.

Li gorî vê agahiya xwe em zanin ku di hiqûqa şer de bikaranîna çekên kîmyewî qedexe ye û sûc e. Ji xwe her kes bi vê zane û li ser vê dinivîsîne û dibêje.

Mînak, dema ku DYE'yê êriş bir ser Rêveberiya Saddam Huseyîn hinceta xwe ya herî girîng argûmana hebûna çekên kîmyewî bû. Bikaranîna çekên kîmyewî li Helebçeyê weke delîlê şênber ê vê îdîayê nîşan dabû.

Bi kurtasî di destê Rêveberiya AKP-MHP'ê de çekên kîmyewî hene û li Herêmên Parastinê yên Medyayê li dijî gerîlayên HPG'ê û YJA-Starê bi kar tîne. Bêguman ev rewş bandorê li sivîlên li herêmê jî dike.

Ji bo neyê zanîn ku çekên kîmyewî tê bikaranîn, gundiyên li herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ji cih û warê xwe têne koçberkirin.

Ji bo vê jî bombardûmanê dike, zeviyan dişewitîne û daristanan dibire. Ev hemû di nava şeş mehên derbasbûyî de li Herêmên Parastinê yên Medyayê gelekî hatin kirin.

Li gel hewldanên berfireh ên gerîlayên HPG û YJA Starê, di serî de raya giştî ya Başûrê Kurdistanê, tevahiya Kurdistanê û raya giştî ya derve di vê mijarê de nebûn xwedî agahiyeke zêde.

Dema dawî çapemeniya azad hinekî xiste rojevê û di serî de li Îngilistanê li hin qadên derve bû rojeva nîqaşê.

Piştî daxuyaniyên dawî yên Fermandarê Biryargeha Navendî ya HPG'ê Mûrat Karayilan xuya ye ku ev mijar wê hîn bêhtir bê nîqaşkirin.

Ji xwe 109 rewşenbîrên ji Başûrê Kurdistanê bi rengekî hevpar bang li Neteweyên Yekbûyî û saziyên navneteweyî kirin ên ku bikaranîna çekên kîmyewî qedexe dikin. Bi heman rengî 44 rewşenbîrên Iraqî jî heman bang kirin.

Di vê çarçoveyê de diyar e ku hem êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hem jî bikaranîna çekên kîmyewî li dijî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê wê hîn bêhtir bibin rojev û bêne nîqaşkirin.

Bêguman hewldanên navborî yên rewşenbîrên Başûrê Kurdistanê û Iraqî girîng e. Li ser vê bingehê divê bêne pîrozkirin. Lê belê hewldana navborî hem dereng maye hem jî têrker nîne.

Heta niha diviyabû ji zûdeyî li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî li Başûrê Kurdistanê û Iraqê nerazîbûnên mezin ên girseyî bihatina nîşandan. Rabûna li ber vê yekê diviyabû rêxistinî û hevgirtî bûya.

Diviyabû rabûna li ber vê êrişkariyê ji rewşenbîran jî wêdetir bigihaşta civakê û hêzên siyasî. Dema ku ji vî alî ve bê nirxandin hingî dereng maye û kêm e. Lê belê ji bo destpêkekê gelekî girîng e.

Ya rast li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û bikaranîna çekên kîmyewî diviyabû gelê Başûrê Kurdistanê û gelên Iraqê biherikiyana kolanan.

Ji ber dagirkerî û bikaranîna çekên kîmyewî li dijî wan e. Weke ku di mînaka Helebçeyê de hate dîtin zerar û êşa herî mezin a ji bikaranîna çekên kîmyewî li gelan bûye.

Li aliyê din nerazîbûneke bi heman rengî, her wiha jê jî mezintir divê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû bide.

Ji ber ku yê li dijî Iraqê êrişên dagirkeriyê dike û çekên kîmyewî bi kar tîne faşîzma AKP-MHP'ê ye. Yanî bi navê gelên Tirkiyeyê û Kurdên li Bakur êrişên ji bo dagirkeriyê û bi çekên kîmyewî dikin.

Faşîzma AKP-MHP'ê terora faşîst a li Tirkiyeyê û kiryarên qirker ên li Bakurê Kurdistanê bi rengê dagirkerî û bikaranîna çekên kîmyewî li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê dewam dike.

Lewma êrişa dagirkeriyê û bikaranîna çekên kîmyewî yekser bi gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ve eleqedar e.

Lê belê tevî vê yekê jî bi têrkerî ev êriş nekirine rojev, nehatiye nîqaşkirin û têkoşîn li dijî van êrişan nehatiye kirin. Di vir de gotina 'yekîtiya neteweyî' ketiye ser ziman û bêserûber tê bilêvkirin.

Halbûkî rêveberiya AKP-MHP'ê ji bo dagirkeriyê bi çekên kîmyewî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike.

Ji her kesî bêhtir wezîfeya gelên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê ye ku vê bikin rojev û li ber rabin.

Ji ber ku ev nayê kirin, têkoşîna li hundir a li dijî faşîzma AKP-MHP'ê lawaz dimîne.

Li dijî faşîzma AKP-MHP'ê ku ji her alî ve têk diçe, derba dawî ya kuştinê lê nayê xistin. Zexta îstifayê li Rêveberiya Kîmyasal Tayyîp nayê kirin.

Hêvî bi hilbijartina giştî ve tê girêdan ku bi rastî jî nediyar e bê wê kengî û çawa pêk were. Li benda kêliya hilbijartinê hatiye rawestîn.

Divê mirov kolanan bi rabûna li ber êrişên bi çekên kîmyewî û dagirkeriya faşîzma AKP-MHP'ê bihejînin.

Rêveberiya Tayyîp Erdogan tewişî ye û nema dikare bi rê ve bibe. Lewma divê mirov îstifaya vê rêveberiyê bixwaze û ji bo vê jî zextê lê bike.

Kesayetên Tayyîp Erdogan û Devlet Bahçelî zanin ku mîna li her derê li dîktatoran hate kirin wê hesab ji wan bê xwestin û ji ber ji vê ditirsin, naxwazin rêveberiyê ji dest berdin. Ji ber ku ji tişta piştî ketina ji rêveberiyê bê serê wan ditirsin.

Ji ber ku bi salan e zilma herî giran li her kesî kirine.

bi dehan milyon mirovên ku bi salan e di bin zilma herî giran de ne li benda roja hesabpirsînê ne, ew jî bi vê tirsê ne.

Lê belê tirs bi kêr nayê. Çi dikin bila bikin wê rojekê hesabê kiryarên xwe bidin.

Di vir de ya girîng ew e ku ev pêvajo zêde dewam neke û pergala zilmê bêyî ku bêhtir zerarê bide mirovan bê bidawîkirin.

Bêguman ev yek jî bi me ve, bi têkoşîna hevpar a afirîner ve girêdayî ye. Wê demê divê têkoşîna hesabpirsînê bê mezinkirin û lezkirin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA