Kî zêde bixebite wê bi ser bikeve

Divê em vî tiştî qet ji bîr nekin, yên ku zêde bixebitin wê bi ser bikevin. Ji bo hêzên demokratîk ên Tirkiyeyê tişta herî xerab sistbûn, xebata kêm yan jî nexebitîn e. Yan jî tevgerîna bêyî rêxistin û plan e.

Hefteya borî me gotibû 'Her Newroz destpêkeke nû ye'. Bi rastî jî Newroza 2023’an nîşanî hemû dost û dijminan da ku ji her demê zêdetir destpêkek bi hêztir e. Li hemû bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê bi taybetî li Wan, Amed û Cizîrê bi coşeke mezin pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Bi vê yekê re li gelek bajarên Tirkiyeyê, bi taybetî li Stenbolê jî ev tişt pêk hat. Dirûşmeyên hatin berzkirin û peyamên hatin dayîn gelekî zelal bû. Gotin wê Newroza îsal bibe sala ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were! Wê faşîzma AKP û MHP’ê têk biçe.

Li Bakurê Kurdistanê bi milyonan kes qîriyan û gotin ‘Em bi agirê Newrozê ber bi azadiyê ve dimeşin.’ Bi yek dengî hat gotin, ‘Her Der Newroz, Her Dem Azadi’. Bi rastî jî her dera Bakurê Kurdistanê bû qada Newrozê û her roj bû Newroz. Parçeyên din ên Kurdistanê û derên din ên welat jî li vî tiştî zêde bûn. Li her dera dinyayê û li her qada ku Kurd lê hene, Newroz ji aliyê girseyên mezin bi coş hate pîrozkirin. Ji Reqayê heta Qendîlê, ji Kerkukê heta Japonyayê li her derê Newroz hate pîrozkirin.

Li Ewropayê jî Kurd û dostên wan, pîrozbahiya Newrozê ya navendî wê di 25’ê Adarê de li Frankfûrtê dike. Ji ber ku ev nivîs berê hatiye amadekirin, hê pîrozbahî nehatiye kirin. Lê pîrozbahiyên Newrozê yên li Kurdistanê û li hemû cîhanê ku bi rojan e li hemû Ewropayê tên lidarxistin, ji niha ve nîşanî me dide ku wê pîrozbahiya Frankfurtê çiqasî bi heybet be. Eşkere ye ku Frankfûrt wê bibe lûtkeya pîrozbahiyên Ewropayê. Ji 25'ê Adara 2021'an û vir ve 2 sal in ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayên stendin û wê hesabê vî tiştî were pirsîn.

Ji dema niha diyar dibe ku wê pêşeroj çawa be. Hatina 14’ê Gulanê jî ji Newrozê diyar e. Pîrozbahiyên 8'ê Adarê û Newrozê, bi eşkeretî diyar kir ku wê sala 2023’an bibe destpêkeke dîrokî. 1'ê Gulanê wê bibe lûtkeya dawî û di 14'ê Gulanê de ala serkeftinê ya demokrasiyê wê were bilindkirin. Vê carê gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê ji faşîzma AKP-MHP’ê re bêjin ‘Êdî bes e, êdî divê gel biaxive’. Eşkere ye ku li ser vê bingehê wê sedsaleke bi feraset û siyaseta faşîst û qirker a li dijî Kurdan bi dawî bibe. Li ser esasê azadiya Kurdan wê pêvajoya avakirinê ya Tirkiyeya Demokratîk wê were destpêkirin.

Diyar dibe ku ji bo vî tiştî Newroz bû destpêk. Ji bo faşîzma AKP û MHP’ê êdî dem ber bi qedandinê ve diçe. Wê ev tişt di 14’ê Gulanê de faşîzm hilweşe û faşîzma AKP û MHP’ê wê li ser vî esasî biçe ser sergo. Wisa xuya dike ku wê Pûtîn û hinek şêxên Ereban jî nikaribe faşîzma AKP û MHP’ê rizgar bike. Ev tişt wê bi saya polîtîkayên demokratîk ên rast Tifaqa Ked û Azadiyê pêk were. Hevserokên Giştî yên HDP’ê piştî ku bi Kemal Kiliçdaroglû re rûniştin, encam bi Tifaqa Ked û Azadiyê nîqaş kirin û daxuyanî dan ku ‘Wê hesap ji vê desthilatdariyê were pirsîn’. Bi Partiya Çepgir û hêzên din re jî hevdîtin kirin û xebatên mezinkirina Tifaqa Ked û Azadiyê lezandine.

Eşkere ye ku 14’ê Gulanê wê bibe roja ku faşîzma AKP-MHP’ê di dîrokê de têk biçe. Faşîzma li dijî Kurdan wê were hilweşandin, li ser esasê azadiya Kurdan wê pêvajoya demokratîkbûna Tirkiyeyê were destpêkirin. Êdî wê hêza tu kesî têr neke ku karibe faşîzma AKP û MHP’ê bide jiyîn. Bê şik di vê yekê de wê Tifaqa Ked û Azadiyê roleke diyarker bilîze. Helbet serokkomarê nû tenê bi dengên Tifaqa Ked û Azadiyê nayê hilbijartin. Lê ew ê dengên Tifaqa Ked û Azadiyê diyar bike ka wê kî bibe serokkomarê nû yê Tirkiyeyê. Her wiha wê tifaq bi komeke xurt têkeve meclîsê. Di meclîsê de nebe partiyeke yekemîn jî wê îxtîmala ku bibe partiya duyemîn ne hindik e.

Bê guman evane hemû wê bi xwe çênebin. Eşkere ye ku yê zêde bixebite, wê qezenc bike. Tifaqa Ked û Azadiyê di şert û mercên ku pir dixebite de, wê teqez bigihije encamê. Yanî di rojên ku em dijîn de, wê qet cih ji rehavetê re nebe. Demokrat û şoreşger, welatparêz û hêzên antî faşîst, jin û ciwan, karker û kedkar, bi kurtasî her kesê ku li Tirkiyeyê dixwaze faşîzm hilweşe û demokrasî were avakirin wê 14’ê Gulanê bi seferberiyek tam bixebitin. Li her çar aliyê Tirkiyeyê wê gund û taxa ku kes neçûyê, deriyê ku kesê lênexistî, nemîne. Wê rû bi rûyê her kesê werin û ji bo demokrasiyê deng were xwestin.

Gelekî eşkere ye ku eger wiha were kirin wê roja 14’ê Gulanê hêzên Tirkiyeyê yên demokratîk qezenc bikin û li ser vî esasî 15’ê Gulanê wê bibe destpêka pêvajoyek nû. Îhtimala qezenckirina Tirkiyeyê demokratîk hema bibêje nêzî sedî sed bûye. Hêviya serkeftinê mezin bûye. Lê li vir tişta divê neyê jibîrkirin, yê ku bixebite hem jî gelek bixebite wê bi ser bikeve. Rewş çi dibe bila bibe, bêyî xebitîn serkeftin wê qet pêkan nebe. Ji vî alî ve ji bo hêzên Tirkiyeya Demokratîk tişta herî xirab rehavet e, kêm xebitîn yan jî qet nexebitîn e. Yan jî tevgerîna bêyî rêxistin û plan e. Diyar e ku wê di van rojên seferberiyê de, cih ji rehavet, bêrêxistinî û bêplaniyê re nebe.

Yanî ji bo serkeftina Tifaqa Ked û Azadiyê û hêzên azadî û demokrasiyê ya di roja 14’ê Gulanê de, yekem; pêdivî bi xebitîn û gelek xebitîna bi rêxistinkirî heye. Ya duyem; avakirina yekîtiya çep, antî faşîst û demokratîk e. Ya sêyem; li dijî hîle û lîstokên faşîzma AKP-MHP’ê tevbîrên pêwîst werin girtin û girîng e ku divê destûr neyê dayîn ku derfetên dewletê bi kar bîne û bi hîle û zordestiyê hilbijartinê qezenc bike. Ya çarem; divê mirov hilbijartinê veguherîne tevgera girseya demokratîk û divê zexta gel a li ser faşîzma AKP-MHP’ê bênavber were zêdekirin.

Gelek eşkere ye ku civaka Kurd di pêvajoyekê de derbas dibe ku çarenûsa wê ji nû ve were diyarkirin. Ji bo civak û dewleta Tirk pêvajoyek e ku çarenûsê diyar dike. Diyar e ku beriya sed salan di pêvajoya heman a çêbûyî de, hêzên azadiya Kurd û demokrasiya Tirkiyeyê bin ketin û zihniyet û siyaseta netewe-dewlet a faşîst qezenc kir. Niha dem dema dayîna despêkirina Kurdistana Azad û Tirkiyeya Demokratîk e. Tehemula hêzên Azadî û Demokrasiyê ya car din binketinê, nîn e. Serketin û di sedsala nû de azadiya Kurd û demokrasiya Tirkiyeyê divê were mîsogerkirin.

*ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA