Ji bo bîranîna hevrê Hakî Karer*

Hakî Karer baweriya xwe bi wê dianî ku şoreşa Kurdistanê mifteya şoreşên gel ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Tevî ku bi eslê xwe ne Kurdistanî bû, vê baweriya wî kir ku zû tevlî têkoşîna li Kurdistanê bibe.

Mirovê mezin, şoreşgerê mezin hevrê Hakî Karer ku rastiya Kurdistanê zû têgihişt û zor û zehmetiyên vê têkoşînê fêhm kir, di rêya serketinê ya Kurdistanê de bi milîtanî têkoşiya. Lewma têkoşîna wî ji bo gelê me bi taybetî jî ji bo ciwanan, ji bo hemû şoreşgeran bi dersên mezin tijî ye.

Taybetmendiyeke têkoşîna li welatê me ew e ku wê bi zor û zehmetiyên gelekî mezin derbas bibe. Mirov tenê bi hevgirtina hêza madî û manewî, bi bikaranîna vê hêzê li ser rêya şoreşê dikare heq ji van zor û zehmetiyan derkeve. Hevrê Hakî Karer ev yek di şexsê xwe de bi rengê herî baş şênber kiribû. Karên zehmet hemû bi xwe dikir, bi xwarineke hindik roja xwe derbas dikir, karên kinc, xwarin û paqijiyê yên hevalên xwe bi xwe dikir. Ji aliyê teorîk ve ji bo perwerdekirina xwe û derdora xwe timî dixwend û nîqaş dikir. Ji bo jiholêrakirina bûyerên neyînî yên li derdorê, ji her alî ve çavkaniyeke sûdwergirtinê bû. Mirovên li gel bûn, nedizanîn bê dem çawa derbas dibe. Timî dixwestin li gel wî bin. Di vê mijarê de ciwan, extiyar, mêr, jin her kesên pê re sohbet dikirin, nedikarîn wî ji bîr bikin.

Hevrê Hakî Karer zanî bû ku yek ji taybetmendiyên têkoşîna li Kurdistanê ew e ku fedakariyeke mezin jê re divê. Dema ku fêhm kir ku divê Marksîzmê bigihîne Kurdistanê pola dawî ya xwendina zanîngehê terikand, nivînê xwe avêt ser pişta xwe û bêteredût berê xwe da welatê me. Rojên ku hemaltî dikir û bi vî rengî têkoşîn dimeşand, kêm nîne. Pereyekî kêm jî dema bi dest dixist bi rengê herî çê xerc dikir, li rojên bê difikirî, tî û birçî jî bima her tim hewl dida fonekî li gel xwe bihêle. Yên ku wî ji nêz ve nas dikin ji bîr nakin ku kincê herî qetiyayî wî li xwe dikir, bi mehan tenê taştê dixwar.

BAWER DIKIR KU ŞOREŞA KURDISTANÊ MIFTEYA ŞOREŞÊN GEL ÊN TIRKIYEYÊ YE

Ji ber ku zanî bû eger dixwaze di pratîkê de serwer be, şert e ku teoriya şoreşgerî têgibihêje, lewma di vê mijarê de bi salan xwe amade kir. Di axaftinên xwe hemûyan de hurmeteke mezin dida zanistiyê. Dema ku li nêzîkatiyên derveyî zanistiyê rast dihat, bi biryardarî helwest nîşan dida, kesî nekarî bû pêşî lê bigire. Bêyî ku cudahiyê bixe navbera mirovan ji dil nîqaş dikir û ji bo wan îqna bike bi rojan hewl dida.

Bawer dikir ku şoreşa Kurdistanê mifteya şoreşên gel ên li Tirkiye û Rojhilata Navîn e. Tevî ku bi eslê xwe ne Kurdistanî bû, vê baweriya wî kir ku zû tevlî têkoşîna li Kurdistanê bibe. Di vê mijarê de semboleke zindî ya enternasyonalîzma proletaryayê bû. Bi pratîka xwe ispat kir ku şoreşgerekî proleter li gorî şert û mercan wê tevlî têkoşîna her gelekî bindest bibe. Ji bo têkbirina helwesta sosyal-şoven a li nava neteweya serdest û neteweperestiya bi fikrê teng ê li nava neteweya bindest, helwesta wî diyarker bû. Gavên ku di vê mijarê de wî avêtin, hem li welatê me hem jî li Tirkiyeyê hîn jî encaman bi xwe re diafirînin. Fikrên wî yên li ser têkoşîna şoreşgerî ya gelên Kurdistan, Tirkiye û Rojhilata Navîn îro hîn bêhtir belav bûne û veguherîne hêzeke madî ku rê nîşanî me hemûyan dide.

LI HEMBERÎ ŞOVENÎZMÊ TAWÎZ NEDIDA

Rêxistiniyên sosyal-şoven ên ku li pêşiya şoreşa li Kurdistanê weke astengiya herî mezin a îdeolojîk didît, her wiha veguherîna van rêxistinan bi rengê rêxistinên ajan-provokator, ji nêz ve nas kir û li dijî van têkoşîneke bêeman meşand. Di vê têkoşînê de qet tawîz nedida, ku dawiya dawî li dijî wî komployeke bi vî rengî hate amadekirin û di encama vê komployê de jî jiyana xwe ji dest da.

Yek ji wan kesan bû ku teorî û pratîk bi rengê herî baş bi hev re bi cih dianî. Li cihên ku têkoşîn lê meşand li dijî rêxistinên faşîst ên eşkere û veşartî têkoşîneke bi biryar û milîtanî meşand. Pêşengî ji gelek çalakiyan re kir.

Ji bo gelê Kurd ku hewl tê dayin di nava çerxên sîstema emperyalîst-mêtinger bê tunekirin, her wiha di tevahiya dîrokê de timî xiyanet lê hatiye kirin, tevlîkirina mirovekî mezin mîna hevrê Hakî Karer li nava têkoşîna xwe, bûyereke mezin e ku di asta dîrokî de girîng e. Vî gelî, dostaniya ku ji rewşenbîr û ciwanên xwe nedîtî, bi wî re dît.

DILSOZIYA BI BÎRANÎNA HAKÎ RE XWEDÎ WATEYEKE DÎROKÎ YE

Ji şehîdên me yê destpêkê yê şoreşê Hakî Karer kesayetekî berxwedêr ê dema herî zehmet e ku tovên destpêkê yên zanebûnê yên têkoşînê hingî dihate reşandin. Şehîdbûna di demekê de ku çalakî û rêxistinî bi pêş ketiye hîn hêsan e, lê belê mirina ji bo dozeke ku kes xwe nêzîkî wê nake û hîn fikrê destpêkê ava dibe, asta herî bilind a pîvana mirovbûnê ye. Di demekê de û li welatekî ku mêtingerî, sosyal-şovenîzm, neteweperestiya bûrjûva biçûk a reformîst û paşverûtiya kevneperest dibûn sedema bûyerên neyînî, şehadeta Hakî Karer kir ku ew di avabûna PKK'ê û berxwedana neteweyî de xwedî cihekî mezin be. Dilsoziya bi bîranîna wî re xwedî wateyeke dîrokî ye. Wê bê dîtin ku sedema pêşketinên mezin ên piştre bêne kirin jî wê bicihanîna dilsoziya bi vê bîranînê re be. Di vir de dirûşma ku gelekî tê gotin, 'Em ê heta dawî dilsozê bîranîna hevrêtiyê bin' bi rengê herî xurt û kûr bi dilsoziya bi bîranîna hevrê Hakî pêk hatiye.

BI HAKÎ RE BERXWEDAN BÛ PÎVAN

Biryara partîbûnê û rabûna li çalakiya polîtîk, bi hevrê Hakî û dilsoziya bi bîranîna wî re pêk hat, veguherî pîvanê berxwedanê. Berxwedan wê demê li Kurdistanê şêweyekî jiyanê bû ku zêde bi qîmet nediyate dîtin. Eger sekneke li derveyî dilsoziya bi wateya vê berxwedanê çêbûya, bûyera herî bêesîl wê li dora PKK'ê biqewimiya. Ji bo pêşî li vê bê girtin bi dil û mejî rabû ser piya û ya pêwîst kir. Lewma hevrê Hakî ku bi xwe ne Kurdistanî bû, di demekê de ku kesî newêrî bû xwe nêzî Kurdistanê bike, xwîna xwe rijand û bi vî rengî li gelek mirovên Kurdistanî ferz kir ku ji bo welatê xwe divê mirov zanibin xwe feda bikin. Berxwedan û şehadeta di oxira rizgarkirina welêt de ku piştre serwer bû, bi giranî bi vê gavê ve girêdayî bû. Eger ev gav nehatibûya avêtin û bûyerên piştre li gorî vê nehatibû birêvebirin, bêguman wê li Kurdistanê PKK bi pêş neketibûya. Ji xwe ya ku gelek reformîstên bûrjûva-bûrjûva biçûk fêhm nake jî ev rastî ye.

Di pêşketina tevgera PKK'ê de, her wiha ji bo xwedîderketina li dilsozî û biryardariyê, di bicihanîna vê yekê de veguherî karakterekê. Têkoşîn jî di her demê de bi saya vê karakterê her tim bi pêş ve çû û nirx û ferasetên kevnare û paşverû yên dor li civakê girtin, li ser vê bingehê hatin têkbirin. Berxwedêriya proleter a hevrê Hakî Karer ku ji bo serxwebûna Kurdistanê da pêş û mirin da ber çavên xwe, kir ku fikrê serxwebûnê pêl bi pêl li welêt belav bibe û ev yek wezîfeyeke pîroz e ku di oxira wê de divê xwîn jî bê dayin. Kesayetiya proleter a hevrê Hakî Karer ji bo bûyer û pêşketinên piştre, bi heman rengî derbasdar e.

*Ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan