Hêzên PDK’ê dîsa êrîş bire ser gerîla!

Hêzên taybet ên PDK’ê li derdorî Gundê Dêreşê ya navçeya Amêdiyê kemîn danî ber gerîla û gule li ser wan reşand.

Li gorî agahiyên ji çavkaniyên xwecihî hatin girtin, hêzên taybet ên PDK’ê li derdorî gundê Dêreşê ya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê kemîn danî ber gerîla û gule reşandin.

Hate ragihandin ku li ser gule reşandinê şerek dem kurt qewimî ye.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku hêzên PDK’ê 26’ê Tîrmehê li Herêma Xelîfanê gerîla xistine kemînê 3 gerîla şehîd bûne û herî dawî jî li heman herêmê 28-29’ê Tebaxê komek gerîlayan a ji 7 kesî pêk tê, bi heman rengî dixin kemînê 5 gerîla şehîd dibin, aqûbeta gerîlayek nediyare û gerîlayek jî bi saxî rizgar dibe.