Haziriya dagirkeriyeke nû tê kirin

Gotinên Erdogan ên şeva 10'ê Cotmehê, ''An bi wan hêzan re ku li wê derê çalak in an jî bi derfetên xwe em ê berteraf bikin, em biryardar in'', tîp bi tîp beriya dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê jî hatibûn kirin.

8'ê Cotmehê li Cerablûsê du êrîşên bombeyî pêk hatin, di van êrîşan de 2 kes mirin û 15 kes birîndar bûn.

9'ê Cotmehê li Ezazê êrîşek çû ser wesayiyeke zirxî ya ku dimeşiya û du polîsên tîmên taybet Cîhat Şahîn û Fatîh Dogan mirin. 2 polîsên tîmên taybet jî birîndar bûn. Wezareta Karê Navxwe yê TC'ê û TRT'ê ragihand ku êrîş ji aliyê Til Rifat ve ji hêla YPG'ê ve hatine kirin.

11'ê Cotmehê li Efrînê di êrîşa bombeyî de 4 kes mirin.

Wezareta Karê Navxwe ya TC'ê di daxuyaniyê de got, ''ev êrîş ji hêla YPG/PKK'ê ve hatine kirin''.

10'ê Cotmehê piştî civîna wezîran Tayyîp Erdogan jî li ser vê mijarê axivî û got, ''Ji ber êrîşên terorî yên ji Sûriyê ber bi Tirkiyê ve êdî tehammûla me nemaye. Tehdîdên ji van deran tên an bi wan hêzan re ku li wan deran çalak in, an jî bi derfetên xwe em ê tine bikin, li ser vê em biryardar in.''

Erdogan, koma wî, NY, DYE û Rûsya jî xweş pê dizanin ne êrîş, ji Rojava kevirek jî neçûye Tirkiyê. Lê Tayyîp Erdogan, dema dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê pêşniyara zilamê xwe Hakan Fîdan a, ''çêkirina tevlîheviyê rehet e, ji aliyê Sûriyê em ê çend hawanan bavêjin vî alî'' ceribandû û encam jê standibû. Niha jî dixwazin eynî adîbûnê, dîsa bi hevkarbûna Rûsya, DYE, NY û YE'yê li ser Til Rifat û Minbicê bicerîbinin.

Erdogan gotina, ''An bi wan hêzan re ku li wan deran çalak in an jî bi derfetên xwe em ê berteraf bikin, em biyardar in'' ku 10'ê Cotmehê kirî, her wiha tîp bi tîp beriya dagirkirina Efrîn û Serêkaniyê jî kiribû.

Ji gotina ''bi wan hêzan re ku li wir çalak in'' mebesta Erdogan Rûsya ye. Ji ber ku piştî ku Serokê DYE'yê Joe Bîden 7'ê Cotmehê bi daxuyaniekê gotibû, ''Operasyonên Tirkiyê yên li Sûriyê derbê li têkoşîna me ya dijî DAÎŞ'ê dixe'', biryar li ser da ku ''Rewşa Lezgîn a li Sûriyê ya DYE'yê dirêj bike.

Bîden çima hewceyî bi daxuyaniyeke wiha dît û biryar li ser 'rewşa lezgîn' da?

Hevdîtina 28'ê Îlonê ya li Soçiyê ya di navbeyna Pûtîn û Erdogan de hevdîtinek krîtîk bû. Berî û piştî civînê agahiyên derheqê hevdîtinê bi raya giştî û çapemeniyê re nehate parvekirin. Lê Rûsya biryardar e ku li Idlibê dawî li rewşa berdest bîne. Dixwaze leşkerên Tirk û Artêşa Sûriyê û çeteyên Heyet-î Tahrîr'uş Şam ji Idlib û rêya M4'ê vekişin. Rastiyek e ku Wezîrê Karê Derve yê Rûsya Sergey Lavrov li ser vê mijarê gelek caran dengê xwe li Tirkiyê kiriye.

Ji ber vê, her çendî di çapemeniyê de nehatibe dayin jî mijara sereke ya hevdîtina Soçiyê Idlib bû. Pûtîn ji Erdogan xwest ku li gel çeteyên xwe ji Idlibê vekişe. Ew hêz û ew îhtîmal tinebû ku Erdogan vê red bike, ev daxwaz qebûl kir. Lê di ber vê de xwest ku destekê bide dagirkeriya  li ser Til Rifat û Minbicê. Pûtîn gotiyê, dagirkeriyeke pêkan heke ne li ser 'rojhilatê Firatê' be, li ser herêma bi kontrola DYE'yê, 'rojavayê Firatê' be, ew ê destekê bide.

DYE ji axaftinên Soçiyê û van bazaran haydar bû.  Artêşa Tirk bi topan û balafirên şer ji mêj ve ye Til Temir û derdora wê ya li rojavayê Firatê  bombe dikir, her wiha hêzeke mezin a tang û wesayitên zirxî li ser sînorê bakurê bi cih dike, ev jî îhtîmaleke êrîşeke wiha zêde dikir.  Di nav van şertan de Serokê DYE'yê Bîden dengê xwe li Tirkiyê kir û biryara dirêjkirina, 'rewşa lezgîn' da.

Piştî daxuyaniya DYE'yê Rûsya û Tirkiye mitebeqata hevdîtina Soçiyê ji nû ve kontrol dikin. Li deverên di bin dagirkeriya artêşa Tirk û çeteyên wan de, êrîşên organîze ku vê meha dawî li pey hev bûn û daxuyaniya Erdogan îşaretê bi haziriya dagirkirinê dike.

Ji Ajansa Anadoluyê û nûçeyên TRT'ê yên piştî hişyariya DYE'yê, mirov fêhm dike ku di ber Idlibê de Til Rifat bûye mijara bazarê. Helwesta berê ya DYE'yê û Rûsyayê, garantiya herî mezin a Tayyîp Erdogan û komên çete yên li qadê ne.

Dema dagirkeriyeke pêkan, weke dagirkeriya beriya niha DYE û Rûsya wê dîsa bêdeng bimînin? Wê qada hewayî ya Sûriyê li tifaqa Tirkiyê /DAÎŞ'ê were vekirin, ku di şerê bejahiyê de gelek caran li ber YPG/YPJ û hêzên QSD'ê têk çûne?

Tayyîp Erdogan û tifaqa Artêşa Tirk /DAÎŞ'ê piştî ku ev îhtîmal mîsoger kirin dikarin pêk bînin.

Rastî û ya li ber çav ew e, piştî ku ji dagirkeriya ser Başûrê Kurdistanê encama ku dixwestin nestandin, dîsa berê rotaya xwe dane Rojava û cihê di hedefê de jî Til Rifat xuya dike.

Di demeke nêzîk de gelek generalan xwestin ku malnişîn bin, hinan ji artêşê îstîfa kir, hijmar û navê wan hate veşartin, ev ji ber fikrên cuda yên têkilî êrîşeke nû ya dagirker a li ser Sûriyê ye.

Ev çepelê dîktatorn ku ji bo xwe û malbata xwe her cure adîbûnê dike û her cure neqenciyê dide ber çavan, haziriya dagirkerî û şerekî nû dike.

Dagirkeriyeke wiha bibe encamên wê û maliyeta wê li Tirkiyê wê çi be? Ev ne di xema Erdogan de ye.

Efserê berê, yek ji damezirandêrê Partiya DEVA'yê Metîn Gurcan, hêviya Erdogan û AKP'ê ya ji êrîşeke dagirkirinê vegotiye: ''Li gel her cure rîskê jî, operasyoneke pêkan a li ser bakurê Sûriyê, wê ser krîza aborî, zêdebûna bihayê zad, bêqîmetbûna TL, ango ser rewşa rêveneberiya giştî bigire. Bi heftiyan dibe ku stratejîst, pisporên terorê û ewlehiyê tije bibin û bibêjin, 'filan girê stratejîk, filan gundê stratejîk'. Asoxî, ev zivistan jî ji hêla siyasî ve wê bi rehetî biçe.''

Ev zilamê ku ji memûrtiya jirêzê terfîyî dîktatoriyê li qesrê bûyî, hay ji helwestên li dijî xwe û partiya xwe heye ku her roja diçe zêdetir dibe, hay ji ankêtên hilbijartinê jî heye ku berejêr diçe. Xweş pê dizane ku bi hilbijartineke normal nikare bibe desthilat. Wî hesabî dike, tekane rêya ku pêşî li vê ketinê bigire, wî û malbata wî xilas bike, 'serfiraziyeke leşkerî'' ya li hin deveran e.
Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka