Ev sedsal bi berxwedana li bajarê Kobanê kete rûpelên dîrokê

Wer xuya dike ku wê ev hewldana dagirkeriyê pir hêsan nebe. Wê li ser axa Rojava ti kes axa xwe, mala xwe xwe, kolana xwe terk neke. Ji ber ku plana dagirkeriya dewleta Tirk bi vî rengî ye.

Di bin top û balafiran de dibînîm ku hemû tankên herbê zingar girtine. Roket û guleyên herbê kevin bûne. Mirov hene ku bi axa xwe re dildar in. Yên di bin axê de jî xew dikin, ji bo welatê xwe leheng in. Mirovên dildar hene ku li ser axa Sûrî mafên xwe yên azadiyê û ji bo xwe birêvebirinê berdêlên giran dane. Di ber şoreşa rojava de him canê xwe didin, him jî malê xwe û hebûna xwe didin. Tenê yek tişt heye ku her mirov, her civak li pey rûmeta xwe ye. Li pey destketiyên xwe yên dîrokî ne. Ev sedsal bi berxwedana li bajarê Kobanê kete rûpelên dîrokê.

Erdogan ji ber arezûyên xwe yên desthilatdariyê tiştek nema ku neke. Di nav tengezariya Sûrî de li paşeroja xwe digere. Ji bo paşeroja xwe jî hewil dide li ber hêzên navneteweyî digere ku her tim lempeyekî kesk jê re pê bikeve. Lê weke her carê dibe ku despêkê û berî her tiştê têkoşîna Kurdan lewaz bike. An jî Kurdan bîne ber çongan. Siyaseta dinyayê dizan e ku Kurd ti caran çongên xwe danaynin. Ji ber ku 24 sal in tiştên li Îmraliyê diqewimin ne tiştên normal in. 

Niha! 

Ev deh roj in li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî êrîşên artêşa Tirk hene. Eger were pirsîn gelo di vê demê de çima êrîşek wisa pêk tê. Berî her tiştî xeta Kurdan têra xwe şênber e. Tifaqa xwe bi hemû gelên heremê re heye.

Komara Tirk hewil dide wisa bibêje; "Em ê destûr nedin deweleteke Kurdî' bi van gotinên pûç û vala her û her dubare dikin. Eger operasyoneke muhtemel çêbibejî wê Kurd heta dawî li ber xwe bidin. Ne tenê Kurd kî xwe perçeyek jê ve axê dibîne û kî destên wê çek bigre û wê beramber dagirkeriyê rûmeta xwe axa xwe biparêze. Di vê erîşê de xwestin binesaziya heremê têk bibin. Nexweşxane, dibistan, akademî, deverên jiyanê hemû hatin bombekirin, hem xwestin civaka Sûrî bitirsînin.

Wê an Kurd bên tunekirin an jî wê çarenûsa gelê heremê diyar bikin. Wê ev rageşiya ku rû dide, ti hêz û ti dewlet û bêguman wê ti quwet nikaribin bi temamî serweriya xwe çêbikin. Her wiha bê Rêveberiya xweser jî ne mimkune ku yekparebûna li ser axa Sûrî çêbibe.

Bêguman gelek sedemên xwe hene ku aloziya Sûrî ka çima dirêj kir. Mirov dikare wisa destnîşan bike ku li hember Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûrî pilanek heye. Her çiqas Rêveberiya Washington helwesta xwe ya li beramber hikumeta Erdogan diyar bike jî, bi temamî nekarî bertekên zelal derxîne. Nikare ji Erdogan re bêje; bisekine ango bese û bêje te hedê xwe derbas kir. Amerîka him dibêje; Kurd mutefîkên me ne û him jî deriyê dagikeriyê li ser Kurd û gelên heremê vedikin. Bi kurtasi di van rojan dawiyê de her kesî di nava axaftin xwe de û digotin gelo êrîşeke bejahî muhtemel e. Mirov dizane ku bêdengiyek heye. Min bi xwe ji van êrîşan ev fêm kir. Di van êrîşan de hewil didin Rêveberiya Xweser neçarî hikumeta Şamê bikin. Nexwe çima her tişt di nav hevsengiyekê de têne kirin. Ji ber ku hemî daxuyanî pir nerm in û ne tûj in.  

Ehlam El Beşîr û teqîna li Stenbolê hûnandina bûyerek bû. Peyameke wiha didin Rêveberiya Xweser û dixwazin gelê heremê belav bikin. Pergala xwe bi rêveberinê têk bibin. Erdogan pir planan dike. Ev plan çi ne hesab û kitaba hilbijartinan e. Erdogan hewil dide bi Katar-Erebistana Suudî re desteka aborî bigre û ji xwe wisa jî dike. 

Dîsa hikumeta Şamê li hember dagirkeriya Tirk çima bertekên xwe raber nake. Çima li xwe mikur nehat ku va axa Sûrî tê dagirkirin. Mesela bi dehan leşkerên rejîma Sûrî jî hatin qetilkirin. Baregehên rejîmê jî hatin topbarankirin.  Eerdogan berê digot; Sûrî ji bo me xeta sor e. Mesela vê payamê dide ez ê heta dawiyê li ser Sûrî planên xwe pêk bînim. Di van êrîşan de sivîl qetil kirin, deverên jiyanî cihên genim bombebaran kir. Bîr û tankên mazotê topbaran kir.

Rayedarên Tirk dîsa gotinan li hev tînîn û di dezgehên çapemeniyê de gotinên xwe dubare dikin. Îbrahîm Kalin ji bo operasyona îhtîmal got; ‘îro jî dibe sibe jî dibe’. Gelo Hêzên Suriyeya Demokratîk ji vê meseleyê re çi gotûbêjan dikin. 

Fermandarê Giştî yê HSD’ê Mazlum Ebdî got; ‘em ê li ber xwe bidin’. Dîsa wer xuya dike ku wê ev dagirkirin pir hêsan nebe. Wê li ser axa Rojava ti kes axa xwe, mala xwe xwe, kolana xwe terk neke. Ji ber ku plana dagirkeriya dewleta Tirk bi vî rengî ye. Di navbera bajarê Kobanê, Minbic, Til Rifat de xeteki nu vebike û vê dagirkeriya xwe heta Heleb û Deyrezorê bibe. Eger bikare bike, wê di ber xwe de bêje; min hebûna Kurdan bi erdê ve kir yek. Lê divê ev were dîtin ku vê carê û gelê Rojava yek bihostê jî wê gava xwe paşde nede.