Dewleta Tirk operasyon da destpêkirin, agahî ji du ixtiyaran nayê!

Piştî êrîşên dagirker ên artêşa Tirk ku beriya bi 5 rojan li Mêrdînê dayî destpêkirin, agahî ji Ibarhîm û Faîze Dînler yên ixtiyar nayê standin.

Li herêma Omeriyan a Mêrdînê artêşa Tirk 22'yê Cotmehê operasyona daigrker da destpêkirin. Piştî ku operasyon hate destpêkirin agahî jin Ibrahîm (73), Faîze (72) Dînler nayê, ku ev du ixtiyarên hevalên hev ên jiyanê li Qurdîsê dijiyan. Malbata Dînler fikaran dike bê ka çi ji xizmên wan hatiye. Her wiha li gund telefon jî nakişînin.

Keça Dînleran Yuksel Gedîk got ew nizanin bê ka rewşa dê û bavê wan çawa ye, nizani li herêma operasyona dagirker çi dibe. Gedîk got haya kesî ji kesî nîne, em dixwazin hin kes bi me re alîkar bin, ditirsin ku tiştek bi serê wan hatibe.