Bendewariyeke xelkê ji wan tine

Peyama ku ji hilbijartinan derketiye eşkere ye; xelk ti bendewariyeke xwe ji hilbijartinan nemaye û ji partiyên heyî jî destê xwe şûştiye. Ev ji bo temamiya partiyên siyasî tê wateya têkçûnê.

Li Iraqê hilbijartin pêk hatin. Partiya Şiî Ereb a Sadr bû partiya yekemîn. Li Başûrê Kurdistanê jî PDK bû partiya yekemîn. Lê tevlibûna hilbijartinan di sedî 40'î de ma. Ji sedî 60'ê xelkê neçû ser sindoqan. Dengê ji sedî 40'ê mayî jî partiyan di nava xwe de parve kirin. Yanî ne li Iraqê ne jî li Başûrê Kurdistanê ti partiyekê ji gel zêdetirî sedî 20'an deng wernegirtiye. Heke li cihekî tevlibûn di asta ji sedî 40'î de be li wê derê heke partiyek temamiya dengan jî wergire, nikare xelkê temsîl bike.

Hilbijartineke ku ji sedî 60'ê xelkê neçûye ser sindoqan ne meşrû ye. Hem di warê siyasî de meşrû nîne hem jî di warê exlaqî û wijdanî de ev hilbijartin meşrû nîne. Partiyeke ku rabe bibêje min ji sedî 20'ê dengê xelkê wergirtiye jî nikare bibêje ez xelkê temsîl dikim, li ser navê xelkê biryaran didim û biryaran pêk tînim.

Peyama ku ji hilbijartinan derketiye eşkere ye; xelk ti bendewariyeke xwe ji hilbijartinan nemaye û ji partiyên heyî jî destê xwe şûştiye. Ev ji bo temamiya partiyên siyasî tê wateya têkçûnê. Ji ber vê hilbijartinê yan divê hemû partî rexnedana xwe bidin yan jî lazim e ji siyasetê xwe vekişînin. Encam ev e. Ev encam bi taybetî jî ji bo partiyên li Iraq û Başûrê Kurdistanê desthilat in wisa ye. Van partiyan îflas kirine û xelk jî van partiyan naxwaze. Ev partî di heman demê de ew partîbûn ku li ser postê desthilatê rûdiniştin. Wan hêvî bi xelkê re nehiştiye. Xelk di heman demê de peyam daye mixalefetê jî. Jê re gotiye; hûn jî hêviyê nadin me, ji ber wê lazim e hûn xwe biguherînin, bibin alternatîfên rasteqîn. 

Nirxandina encamên hilbijartinên Başûrê Kurdistanê girîng e. Ji ber ku PDK ev bi rojan e weke ku serkeftineke mezin bi dest xistiye, propaganda dike. Berevajî vê di serî de li Şengalê li gelek deveran li gel ku hîle jî kirin, partiya ku li Başûr bi bin ket PDK ye. Ji ber ku berpirsyara sereke ya vê encama derketî holê PDK bi xwe ye. Çima ji sedî 60'ê xelkê neçû ser sindoqan? Li Iraq û Başûrê Kurdistanê herî zêde li Duhokê xelk çû ser sindoqan. Lê PDK herî hindik li Duhokê deng wergirtin. Kesên li Duhokê çûn ser sindoqan û neçûn hemûyî di esasê xwe de PDK şermezar kirin. Analîzên siyasî jî li aliyekî her mirov dikare vê rastiyê bibîne.

Li Başûr heta niha partiya li desthilatiyê PDK bûye. YNK û Goran ku hevparên desthilatê ne jî ev bi tenê bi armanca meşrûkirina desthilata PDK'ê ye. Di polîtîkayên hikûmetê de ti bandoreke wan tine. Wek bernameyeke koalîsyonê na bi tenê bernameya PDK'ê dikeve meriyetê. Her çend hin rêveberên YNK û Goran bi saya di hikûmetê de ne hin derfetên malî bi dest bixin jî ji ber ku li kêleka PDK'ê ne û ti nêrîna wan di hikûmetê de bi cih nayê, ev jî dike ku ew jî weke PDK'ê di milê siyasî de bihelin, birizin. 

Goran weke hêviyeke mezin derket holê. Lê dema ku rabû ji bo bidestxistina hin derfetên malê bi pey PDK'ê ket wê demê serberjêriya Goranê jî dest pê kir. Ji ber ku ferqa xwe ya dema derket ser dika siyasetê xistibû nava xwe û partiyên din, êdî nema. PDK'ê mixalifan bi darê zorê bêdeng dikirin, ditepisandin. Niha li kêleka zorê bi rêya derfetên malê mixalifan teslîm digre û dişibîne xwe.

Di qelsbûna YNK'ê de jî rola PDK'ê heye. Ji ber ku wê YNK di nava hikûmetê de bêdandor kir, hin derfetên malî pêşkêşî wê kir, aliyê wê yê mixalif basko kir. Wisa lê anî ku wê jî kir şirîkê polîtîkayên xwe yên xelkê bêzar û bêhêvî dike. Bêguman YNK her çend ji hemû polîtîkayên PDK'ê re negot; erê jî xelkê ji ber her polîtîkayên hikûmetê YNK jî kir şirîk û berpirs dît. Bendewariyeke xelkê ji PDK'ê tine lê hêviya xelkê ya ji YNK'ê jî her diçe kêm dibe.

Goran û YNK qels dibin lê PDK bi derfetên malî yên di destê xwe de, bi rêya zext û şantajê hewl dide xwe li ser piyan bigre. Ji halê bêhêvîbûna xelkê Başûrê Kurdistanê PDK berpirsyar e. Îflasa di vê siyasetê de pêk hat jî di esasê xwe de îflasa PDK'ê ye. Bêguman partiyên din jî ji vê encama derketî holê berpirsyar in. Ji ber ku ji bo ev pergala PDK di milê siyasî, civakî û aborî de daniye were derbaskirin, hewldaneke wan a bi bandor çênebû. Bername û helwesteke pergala PDK'ê derbas bike, ne di milê demokratkbûnê de ne jî di milê aboriyeke adil û edaletê de ne danîn holê. Di van qadên bingehîn de dema pergaleke alternarîf dernekeve holê dikevin rewşa partiyên ku bi tenê navê wan cûda ye.

PDK tenê tesîreke nebaş li partiyên Başûrê Kurdistanê nake. Gelek hereketên siyasî yên li Iraqê jî ji ber şantaj û gefên PDK'a ku dewleta Tirk jî daye dû xwe, nikarin bernameyeke siyasî, aborî û civakî ya rast deynin holê. Pirsgirêka esasî ya Iraqê nebûna demokrasiyê ye. Lê PDK hem li Başûrê Kurdistanê hem jî li Iraqê ji bo tanzîmkirina demokrasiyê roleke erênî nalîze. Tenê û bi tenê bi nakokî û pevçûnan dixwaze xwe bi bandor bike. Polîtîkayên welê dimeşîne. Ev rola wê jî helbet ne çêker, xeraker e.

Pergala ku PDK li Başûrê Kurdistanê daniye îflas kiriye. Her roja derbas dibe civakê hinekî din jî bêhêvî dike. Li cihekî weke Duhokê, PDK wisa hisab dikir ku wê pir bi hêz ji vê derê derkeve, bi qelsî jê derket. Ev halê herî berbiçav ê îflasa PDK'ê ye. Xelkê Duhokê li dijî hevkariya PDK'ê ya bi dewleta Tirk re helwest nîşan daye. Li dijî dorgirtina li gerîla helwest nîşan daye. Duhok ew der e ku gerîla xwe li vir bi cih kiriye û qada herî nêz a şerê li dijî dewleta Tirk e. Gerîla, gund û bajarokên Duhokê di nava hev de ne. Xelk li Duhokê ekserî çû ser sindoqan û herî kêm jî deng da PDK'ê. Xelk PDK'a ku gerîla qetil dike, mehkûm kiriye. Heke PDK ji vê helwesta xelkê Duhokê encamê dernexe wê di paşerojê de desteka gel a îro jî ku ji sedî 20-25 e ji dest bide. Heta nîvê wê jî bi dest nexe.

PDK ji nava ji sedî 40'ê xelkê ku çûye ser sindoqê dibêje, dengê herî zêde min bi dest xistiye. Lê bila bi van gotinan ne xwe ne jî xelkê bixapîne. Lazim e ew ji encamên hilbijartinan dersê derxe, dev ji polîtîkayên xwe yên hevkariya bi dewleta Tirk re dike û zextê li ser gel dimeşîne, biterikîne. Divê polîtîkayên li ser esasên welaparêzî û demokratîk bimeşîne da ku bikaribe desteka gelê kurd bi dest bixe.

Bi hêviya ku di serî de PDK hemû partiyên Başûrê Kurdistanê ji hilbijartinan dersên rast derxin, li ser esasên daxwaza gelê kurd polîtîkayên welatparêz û demokratîk bimeşînin.

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA