Zengene: Nabe ku hunermend serî li ber dagirkeriyê bitewînin

Hunermend Celîl Zengene diyarkir ku dewletên dagirker û hin aliyên navxweyî li pêşiya pêşketina berhemên hunerî li Başûrê Kurdistanê astengiyan derdixin û got, “Nabe ku hunermend serî li ber dagirkeriyê bitewînin.”

Celîl Zengene ku hunermend û derhênereke navdarê Kurd li Başûrê Kurdistanê ye têkildarê hunera resen, erkên hunermendan a di vê pêvajoyê de û êrişên qirkirina çandî yên dewletên dagirker li ser Kurdistanê ji ANF’ê re nirxand.

Hunermend Zengene îşaret bi erkên hunermend û pîvanên hunerê kir û got, “Divê hunermend welatparêz be û li hemberî gelê xwe rastiyan bêje, pêwîste hunermend girêdayî aliyekî siyasî yan jî parçeyekê nebe, belku divê hunermend netewî bihizire. Her wiha pêwîste hunermend zarokê netewa xwe be û ji bo welatê xwe bixebite û ne tenê girêdayî partî yan aliyekê be. Ji ber ku ew hunermendê girêdayî aliyekê be pêwîste li gorî wê tevbigere. Di rastiyê de hunermend ji vê yekê mezintire û heta pêwîste bibe dengê êş û azarên gelê xwe.”

“NABE KU HUNERMEND SERÎ LI BER DAGIRKERIYÊ BITEWÎNIN”

Derhêner û hunermend Celîl Zengene di dewama axaftina xwe de diyar kir ku divê hunermend di astekê de bin ku li tevahiya welatên cîhanê pênaseya gelê xwe bike û huner û gelê xwe bi cîhanê bide nasîn û wiha pêde çû, “Niha hewldaneke zêde heye ku hunera Kurdî têk bidin, lê nabe ku hunermend serî li ber wan hewldanan bitewîne, belku pêwîste bi rengekî serbilindane bêje na. Wek mînak sala 1997’an di fîlma Xole Pîse (Axa Pîs) de min ji Kak Mistefa Ehmed re got ku bêje ‘ax, Kurd û pere û xiyanet’, ev hevokê kir ku ew berhem nav û dengekî baş li pey xwe hişt. Wê fîlmê bi şêwazekê deng veda ku tenê li Sînema Reşîd pênc mehan li ser hevdu pêşkêşî temaşevanan hat kirin, wisa ku di sînemayan de cih nemabû û xelk li derve jî sekinî bûn. Ji ber ku wê fîlmê rengdana rastiya civakê bû, lewre bi nêrîna min pêwîste hunermend tevlê êş û azarên gelê xwe be. Divê hunermend bi gelê xwe re kêyfxweş be, bi wê re jî bigirî. Ji ber ku hunermendên mezin ji raye û payeyan jî mezintir e. Mînak her kes Adil Îmam nas dike, lê her kes nizane bê ka serokê Misrê kî ye.”

“LI SER HUNERA KURDÎ PLAN TÊN KIRIN Û”

Hunermend Zengene fikarên xwe yên derbarê rewşa huner a li Başûr anî ziman û got, “Mixabin û sed mixabin piştî Raperînê pêwîst bû pêşketinek ber bi çav di hunera Kurdî ya li Başûrê Kurdistanê çêbiba û hunermendan bi hevre kar bikira û ji hevdu hezbikirina, lê niha em hemû dibînin ku çi bi serê huner hatiye. Huner bi rengekî xirab bûye û hewl tê dayin ku huner û çanda Kurdî jî têk bidin, nahêlin Kurd weke berê kar bike. Salên 70’î dema em li ser berhema bi navê Mereze dixebitîn, em hemû ji aliyê hikumeta wê demê yê Iraqê ve ji bajêr hatin surgunkirin, lê em ji ber wê bi fikar nebûn, ji ber ku me wate didayê û digot ku şoreşek heye û ji ber wê wisa li me tê kirin. Piştî Raperînê hin xebat hatin kirin, lê berhem ne ji bo ku tenê dilê gelê xwe pê xweş bikin. Piştî ku Mam Celal û Kak Newşîrvan wefatkirin, êdî di wê astê de jî li Başûrê Kurdistanê girîngî bi hunerê nayê dayin. Pêwîst dikir ku di asteke bilindtir bibaya, lê mixabin niha li ser hunera Kurdî plan tên kirin ku têkbidin.”

Derhêner û Hunermend Celîl Zengene diyar kir ku dewletên cîran hewldidin ku hunera Kurdî têk bidin û wiha dirêjî da axaftinê xwe, “Dewletên cîran bi rêya hunera saxte hewldidin ku kesayetiya Kurd têk bidin û bê ruh bike û heskirina wê ya ji bo welat nehêle. Di heman demê de hewl didin ku di navxweyî de Kurdan bi hevdu bidin şerkirin û hevdu bikujin. Divê Kurd di nava xwe de yekgirtî be û li hemberî van komployan bisekine. Li Başûrê Kurdistanê bendewariyeke me yê zêde ji hikumetê heye, lê wisa xuya ye ku dewletên dagirker û cîran û hin aliyê navxweyî li pêşiya pêşketina berhemên hunerî li Başûrê Kurdistanê astengiyan derdixin û nahêlin pêş bikeve. Ev yek bûye sedema bê hêvîtiyê û ji ber wê ciwan koç dikin. Eger em ji ciwanan bipirsin bê ka çima koç dikin bê guman vê bêjin, ‘ji ber nebûna azadî, bêkarî, bê edaletî û nebûna karê baş û hêja’; lewma pêwîste em li xwe vegerin da ku ev destketiyên me ji dest neçin, ji ber ku dijmin hewldidin ku tune bikin.”

HEWLDANÊN TAYBET ÊN JI BO TUNEKIRINA HUNERA KURD

Zengene di beşek din ê axaftina xwe de îşaret bi erkên hunermenên Kurd kir û destnîşan kir ku pêwîste hunemendên Kurd rewşenbîr û xwedî hizra Kurdî bin û şarezayiya wan li ser amûrên hunerî hebe. Zengene wiha pêde çû; “Dibe ku em di mijara teknîk û amûran de ji gelek kes û welatan sûdê bigrin, lê pêwîste di gotin û senaryoyê de em bi xwe xwedî hizra xwemalî bin. Ji ber ku ji bo tunekirina gelê Kurd hewldanek bi taybetî yê dewleta Tirk û Îranê heye. Em Kurd pêwîste ji asta metirsiyên heyî haydar bin û nabe ku guh bidin gotinên ji derve ku têkildarê biçûkxistina gelê Kurd tên kirin. Pêwîste em li dijî wê hewldanê bisekinin, li beramberî gelê xwe û êşên wê hişyar bin. Pêwîste sedemên ku gelê me aniye vê rewşê lêkolîn bikin.”

“ÇEND ŞÎRKETÊN NAVXWEYÎ Û BIYANÎ HEWLDIDIN BI HAWIRDEKIRINA DRAMAYÊN TIRKÎ ÇANDA GELÊ ME TÊK BIDIN”

Hunermend Celîl Zengene behsa armancê rêzefîlmên Tirkî kir û got, “Dramayên Tirkî bi armanca têkdana civaka Kurd hawirdeyê Kurdistanê tê kirin. Çend şîrketên navxweyî û biyanî hewldidin bi hawirdekirina dramayên Tirkî çanda gelê me têk bidin. Ji ber vê ez bang li wezîrê rewşenbîrî dikim ku li hemberî asta wan planan hişyar be, di vê baweriyê de me ku wezîrê rewşenbîrî kesekî têgihîştî, xwendevan û nivîskar e, lewma pêwîste haya wî ji asta wan êrişan hebe û hewlanên wiha ku gelê Kurd tune dike bide sekinandin. Li hemberî wê pêwîste piştewaniya berhem û derhêneriya navxweyî bike. Di heman demê de pêwîste kesên xwedî pere û sermaye piştgiriyê bidin berhemên navxweyî. Ji ber ku projeyên baş di destên me de hene, lê ji ber nebûna piştgiriyê em nikarin wana hilberînin. Em ji bo ku civaka Kurd pir huner bikin dixwazin, ne ku bi dramayên Tirkî yên tên dûblajkirin civaka Kurd têk biçe.”

“JI BER NEBÛNA PIŞTEVANIYÊ, PROJEYA MIN SEKINIYE”

Hunermendê Başûrê Kurdistanê Zengene ku derhênerê rêzefîlma Gerdelûl e û heya niha 3 beş hilberandiye anî ziman, “Niha di projeya min de beşên 4 û 5 jî amade ye; beşên destpêkê behsa naverasta salên 70’ê kir, di vê beşên nû de jî zêdetir tekezê li ser destpêka salên 80’î heta pêvajoya Raperînê hatiye kirin ku bûyerên Enfal û kîmyabaran Helebce jî di nava xwe de digire. Lê ji ber nebûna piştewaniyê, projeya min sekiniye. Berê Hêro Îbrahîm Ehmed alîkarî dida û daxwaz dikim ku piştewaniyê bikin da ku bikarim berhemên nû pêşkêşî gelê me bikim.”

“PÊWÎSTE HUNERMENDÊN HEYÎ ŞÊRKO BÊKES JI BO XWE MÎNAK BIGIRIN”

Hunermend û derhêner Celîl Zengene di dawiya axaftina xwe de ku li ser gora Şêrko Bêkes axivî diyarkir, “Pêwîste hunermendên heyî mîna Şêrko Bêkes bixebitin û bihizirin û weke wî netewî bin ku ji bo Başûr, Bakur, Rojhilat û Rojava helbest gotiye û her kesê behsa Şêrko Bêkes kiriye. Lewre pêwîste hunermend di karên xwe de Şêrko Bêkes ji bo xwe mînak bigirin. Her kesê mezin bihizire, mezin dibe û her kesê ku ji bo gelê xwe bijî û ji bo wê bixebite vêçaxê gel wê/î jibîr nake. Mirovê mezin nayê jibîrkirin û timî di dilê gel de dijî.”