Zarokên Tacikistanê wêneyê paşeroja wekhev çêkirin

Zarokên Tacikistanê di pêşbirka 'Dengê min, paşeroja me ya wekhev e' ya Tevgera Jinê ya Tacikistanê de, daxwaza jiyana li cîhaneke ji mafên wekhev kirin.

Tevgera Jinê ya Tacikistanê pêşbirkeke hunera zarokan a bi navê 'Dengê min, paşeroja me y wekhev e' lidar xist.

Bi rêya pêşbirkê hate xwestin ku xurtbûna zarok ên keç bê teşwîqkirin, işaret bi mafên zarokên keç bêne kirin û di vê mijarê de jî nêrînên xwe bi hunerê nîşan bidin.

Bi giştî 66 berhem tevlî pêşbirkê hatin kirin. Dengdan jî bi rengekî online hate kirin û zêdeyî 45 hezar bikarhênerên înternetê tevlî bûn. Di 4 kategoriyên 'Xêzkirina herî baş', 'Megalîke', 'Wêneyê Herî Afirîner' û 'Xelata Temaşevanan' serketî hatin ragihandin.

Merasîma xelatdayinê jî 21'ê Mijdarê li Dûşanbeyê pêk hat. Zarokên ji 5 heta 12 salî li gel vîzyona xwe ya cîhanî her wiha daxwaza xwe ya li ser jiyana li cîhaneke bi mafên wekhev raxistin pêş çavan.

Varvara Akimicheva xelata Wêneyê Herî Baş stand û got, "Mêr û jin xwedî heman mafî ne û divê karibin pîşeyê dixwazin hilbijêrin. Min di berhema xwe de ev yek nîşan da."

Di merasîma xelatdayinê de her wiha bernameyeke çandî jî hebû. Komên dansê jî hunera xwe pêşkêş kirin.