Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî hatin dayîn

Xelatên Wêjeyê yên Huseyîn Çelebî ya 29’emîn îsal li Stûttgart Festhalle ya li Stûttgart Feûebachê hat dayîn.

JXK û YXK’ê ji bo bibîranîna Şehîd Huseyîn Çelebî, 29’emîn Pêşbirka Wêjeya ya Huseyîn Çelebî di saet 14.00’an de li Stûttgart Festhalle ya li Stûttgart Feûebachê li dar xist. Ji Ewropa, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê gelek çîrokên kurt û helbest hatin şandin. Tevlêbûna herî zêdê ji girtîgehên Elmanyayê û Tirkiyeyê çêbû.

Çîrokên Kurdî ji aliyê Loqman Guldivê; helbest Fevzî Ozmen, Abdûlkadîr Ûlûmaskan û Aysel Avesta; çîrokên Tirkî Orhan Çelîk û Bayram Balci; çîrokên Tirkî Hicrî Îzgoren, Sercan Aydin û Robert Pekgoz; metnên Elmanî jî ji aliyê Anja Flach, Ceren Yildirim û Newroz Botan ve hatin nirxandin.

Eywana merasîmê bi pankartên ku gotinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên “Wê şoreş bibe azadiya jinê” û “Ên dîroka xwe ya azadiyê rast nenivîsin, nikarin azad bijîn” li ser hatin hatibûn nivîsîn, hat xemilandin. Pankarta ku gotina Huseyîn Çelebî ya “Ez bawer nakim ku gelek ku êşên herî kûr jiyabe, kefxweşiyên herî zindî hîs bike” li ser hatibû nivîsîn û ji bo bibîranîna Şehîd Sara Goyî û Şehîd Rûken Zelal pankartên li ser “Xwedawendên Azadiyê” hatibû nivîsîn, hatin daliqandin. Bi berzkirina dirûşmeya “Şehîdên me rûmeta me ne” Şehîd Zekiye Alkan, Şehîd Huseyîn Çelebî, Şehîd Rahşan Demîrel, Şehîd Dîdar Harûn û Şehîd Firat Çîçek hatin bibîranîn.

Merasîm di şexsê Huseyîn Çelebî de ji bo bibîranîna hemû şehîdan bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre Kamo Çelîk li ser navê YXK û JXK’ê axivî. Çelîk diyar kir ku îro ew bi navê wî, li têkoşînê dewam dikin û got: “Îro jî em weke ciwanên Kurd, ji bo bibîranîna Huseyîn Çelebî xwe bi rêxistin dikin. Merasîma me ya wêjeyê, ji sala 1993’yan heta bi niha tê lidarxistin. Em dixwazin ku ji berhemên ji Kurdistanê dişînin bo Ewropayê re bibêjin ku hûn bi xêr hatin û helbestên ku xelat wergirtin bixwînin û kesên hêjayê kar kirinê ne bibînin.”

Bavê Huseyîn Çelebî, Rifat Çelebî jî bi çepikan derket ser dikê û silav li kesên li salonê kir. Çelebî diyar kir ku ew li jiyana xwe ya ku li Kurdistanê bi sirgûnê dest pê kiriye îro li Ewropayê bi sirgûnê dewam dikin û wiha got: “Em hêj zarok bûn, hînê welatparêziyê bûn. Hêj Huseyîn 7 salî bû ez û wî tev li çalakiyeke li dijî şer bûn. Huseyîn ji hingê ve ji tu tiştekî nema. Gava ketibû zindanê êşkence lê kiribûn. Hestiyên lingên wî şikestibûn, lê wî rojek jî dev jê berneda.“   

Piştî stranên Rêber Serhad û Cemîl Qoçgîrî, sînevîzyonek li ser jiyana Huseyîn Çelebî hat nîşandan. Piştre yên di beşê helbest û çîrokê de pêşbirk kar kirin, hatin eşkerekirin û xelat hatin dayîn. Herî dawî Sûna Alan diyar kir ku ew stranên xwe dike diyarî ji bo hemû jinên niha li ber xwe didin.

Yên Xelatên Helbest û Çîrokan a Huseyîn Çelebî ya 29’emîn girtin ev in:

HELBESTÊN BI KURDÎ:

  1. Îşev - Devrîm Arjîn Welat; Girtîgeha Jinan a Sîncanê
  2. Arînên li her derê - Alattîn Befre
  3. Bilindiya Ezmanê Baweriyê - Mûstafa Karaboga

ÇÎROKÊN BI KURDÎ:

  1. Bi navê Evinê - Yilmaz Tekîn
  2. Tûrikê Pîrê - Mesût Yûrtsever; Girtîgeha F ya Bolûyê Û Tûrike Zimanan - Hisên Çatikkaş
  3. Bêhna Miriyan - Roger Sozdar

HELBESTÊN BI ELMANÎ:

  1. “Der rote Schein am Horizont" – Agir
  2. “Ein nefes Bild" - Rojbîn Serhat
  3. "Hast du gelernt zu lieben " - Naomîe K.

ÇÎROKÊN BI ELMANÎ:

  1. “Metamorphosen" - Zozan Dilbirîn
  2. “Die Fahrt meines Lebens" - Zozan Dilbirîn
  3. “Kurzgeschichte" - Anonim

HELBESTÊN BI TIRKÎ:

  1. Ezidi bir kız çocuğu ve lal tanrılar - Kerem Çîftcî
  2. Korkulur Yağmurun Böylesinden - Alaz Derweş
  3. İkilem İklimi - Nûriye

ÇÎROKÊN BI TIRKÎ:

  1. Lapîs lazûlî – Sîbel Mustafaoglû/ Girtîgeha Jinan a Şakran a Îzmîrê
  2. Cep Aynasi – Eylem Kahraman/Elmanya
  3. Cemilenin Ruyasi – Nergîz Necla