Weşanxaneya Aramê 3 jê bi Kurdî 10 pirtûk weşand

Weşanxaneya Aramê di kategoriyên helbest, bîranîn, roman û çîrokan de 3 pirtûkên bi Kurdî , bi giştî 10 pirtûk weşand.

Weşanxaneyê Aramê di destpêka sala 2023’yan de 3 jê bi Kurdî bi giştî 10  pirtûkên nû çap kir. Pirtûka helbestan a Mizgin Ronak ya bi navê “Kirasê Heyvê”, pirtûka bîranînan a Ayten Amed ya bi navê “Kerkuk Li Benda We Ye” û pirtûka çîrokî ya Mulkiye Doğan a bi navê “Hespên Hêviyê” pirtûkên Kurdî ne.

Weşanxaneyê di heman demê de  romana “Goçebe Kuşlar” a Sara Aktaş, “İlk Adımlar” a Aryen Dag, “Bir Garip Duello” a İskan Amed, “Kultur Sanat ve Tiyatro Uzerine Yazılar” a Ekîn Ronî, “Yaşayan Tarihler” a Feraşin Ayhan, “Yüreğimin Guneyi” a Numan Amed, “Kelebekler ve Gölgeler” a Neslihan Çetin ên bi Tirkî weşand.

Mulkiye Doğan ku girtiya siyasî ye bi pirtûka çîrokî ya bi navê “Hespên Hêviyê” derkete pêşberî xwîneran. Pirtûk ji 112 rûpelan pêk tê. 

Mizgin Ronak a ku 30 salan di girtîgehê de ma û di dema girtîgehê de gelek berhemên wê yên bi navê Em Bûn Baran (Aram), Sêv Ji Me Dikujin (Lis), Dilavi (Ar), Gorçiya Ne Em (Sitav), Rojhat (Sitav), Nobedarên Gûlen Kobanê (Sitav) hatibûne weşandin, ev car jî bi pirtûka helbestan a bi navê “Kirasê Heyvê” derkete pêşberî xwînerên xwe. Pirtûk ji 248 rûpelan pêk tê.

Bîranînên Ayten Amed bi navê “Kerkuk Li Benda We ye” hatin weşandin. Pirtûk ji 184 rûpelan pêk tê.