Tûnç: Divê em bi xurtî li ber desthilatdariyê rabin

Hunermend Ferhat Tûnç nerazîbûn nîşanî qedexekirina konseran da û got, "Ev desthilatdarî dixwaze tenê dengê faşîzmê bibihîze. Li dijî desthilatdariyê divê em dengê xwe bilind bikin, naxwe desthilatdarî wê bi ser bikeve."

Qedexe û astengiyên desthilatdariya AKP-MHP'ê yên li ser hunermendên Kurd û muxalîf dewam dikin. Konserên gelek hunermendan bi destê şaredarî û walîtiyan hatin betalkirin.

Hunermend Ferhat Tûnç ji ANF'ê re axivî û got, "Mîna Kurd û muxalîfan, hunermend jî di hedefê de ne."

Tûnç got, "Eger îro dengê muzîkê, hunerê, Kurdî û muxalîfan tê bêdengkirin, sibe em ê dengê kesî nebihîze" û wiha dewam kir, "Ne girîng e bê konsera kîjan hunermendî hatiye qedexekirin; qedexe li dijî me hemûyan e, li dijî civakê ye. Ev qedexe divê bibe derdê her hunermendî, Kurd, muxalîf û yên mîna desthilatdariyê nafikire. Ev desthilatdarî dixwaze ku tengê dengê faşîzmê bibihîze. Rêveçûna nebaş tenê bi xwedîderketina li hev û bilindkirina dengê xwe yê li dijî desthilatdariyê dikare bê astengkirin. Naxwe wê desthilatdarî bi ser bikeve."

'EM DI DEMEKE GELEKÎ KRÎTÎK DE NE, EM DESTÛRÊ NEDIN'

Ferhat Tûnç bi dewamî got, "Ji bo tevahiya welêt em di pêvajoyeke gelekî krîtîk de ne. Hunermend hemû divê helwestê ji bo demokrasî û azadiyê nîşan bidin. Qedexe bi serê xwe binpêkirina mafên mirovan e, xetere ye lê belê ti qedexe bi tenê bi qedexeyê namîne, eger ji holê neyê rakirin wê yên nû bên ferzkirin. Em destûrê nedin vê yekê.

'BI ÇALAKIYÊN AFIRÎNER EM LI BER QEDEXEYAN RABIN'

Eger karibe birêxistin bike divê em bi çalakiyên şênber, demokratîk û afirîner van qedexeyan şermezar bikin û nîşan bidin ku kes nikare dengê me qut bike. Di vê mijarê de wezîfe dikeve ser milê hêzên demokrasiyê, partiyên siyasî û hunermendan. Em bi erka xwe ya dîrokî rabin û xwe bigihînin welatekî ji edalet, azadî û demokrasiyê."